HDP'ê helwesta xwe aşkere kir: Emê bi hev re têbikoşin

img

STENBOL - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat  Sancar, belgeya xwe ya helwestê û xeta stratejiya dema nû aşkere kirin û banga yekitiya hêzên demokratîk kirin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, belgeya xwe ya helwestê û xeta stratejiya dema nû bi raya giştî re aşkere kirin. Civîna çepemeniyê ya hevserokan li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê hat  lidarxistin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, Alîkarê Hevserokan ê ji Rêxistinbûnê Berpirsyar Alîcan Unlu, parlamenter Huda Kaya, Zuleyha Gulum, Mûsa Pîroglû, Oya Ersoy û Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci tevlî civînê bûn. Bi salona civînê ve pankarta "Ji bo azadiyê em bi hev re ne" hat daliqandin.
 
Belgeya helwestê ya HDP'ê wiha ye:
 
"Bi hev re ber bi pêşerojeke demokratik ve…
 
Tirkiye ber bi krîzeke herî cidî ya salên dawîn ve diçe. Di dema nexweşiya koronayê de pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî girantir bûn û ji ber polîtîkayên Desthilatdara Erdogan zextên li ser gel, xizanî û bêkarî zêdetir bû.
 
Desthilatdar her tim mêtingerî, talan, zordestî û cudakariyê mezintir dike û ev jî dibe sedem ku civak ji hev dûr bikevin. Dewlemendiya civakî berhema keda bi milyonan e û desthilatdar dixwaze vê dewlemendiyê ji bo berjewendiyên komeke biçûk ku li dora xanedaniyekê li hev kom bûne bi kar bîne. Dest didin ser nirxên ku bi keda civakê hatiye afirandin û dixwazin em li hemberî wan serî bitewînin.
 
Desthilatdar ji bo bigihêje armancên xwe astengiya herî mezin hebûna partiya me dibîne û ji ber vê yekê evqas êrîş, vederkirin, reşkirin, cezakirin û hewldanên qirkirina siyasî li hemberî HDP’ê pêk tên. Em serî natewînin. Ger em mil bidin hev û têkoşîneke hevpar bimeşînin dê gelên me pêşeroja xwe diyar bikin û em dibînin ku ev derfet û firsend jî hene û divê em di mijarê de bi biryar bin.
 
Beriya her tiştî em ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin. Em zextên li hemberî ziman, çand, bawerî, zayend, tarzê jiyanê, tercîh û lixwekirina kincên xwe qebûl nakin. Bêyî ku em hinekan veder bikin û bên vederkirin; em bi biryar in ku bi awayekî azad fikrên xwe û bi zimanê dayika xwe mafê xwe yê îfadekirinê biparêzin û bijîn.
 
Mafê me heye ku em dewletê û civakê rexne bikin û têkildarî çi biguherînin û çawa biguherînin daxuyanî bidin. Dema em mafên xwe bi kar tînin rastî îşkenceyê tên, zext li ser me tên meşandin, rastî heqaretan tên û biçûk tên xistin. Em dixwazin bi qasî domandina jiyaneke birûmet û dema em mirin şîna me were girtin û rêz li hemberî şînên me bê nîşandan. Em ji bo azadî, edalet û wekheviyê têdikoşin. Em dizanin ku ev tenê daxwazên Partiya Gelan a Demokratîk nîn e û her wiha ev daxwaza bi milyonan e. Ger em îradeyên xwe bikin yek û têkoşîna xwe mezin bikin em ê karibin xwe ji zextên Qesrê rizgar bikin û bi azadiyê ji vê krîzê xilas bibin.
 
Sedema krîzê ew e ku berhemên madî û manewî ku ji aliyê civakê ve hatine afirandin ji bo hewcedariyên civakê nayên xerckirin û her wiha hemû tiştî pêşkeşî komeke biçûk dikin a ku çavê wan ji têr nabe. Hebûnên cemaweriyê ku bi bacên me hatine avakirin di bin navê ‘tedbîrên krîzê’ de pêşkeşî xwedanên sermayeyan dikin û em vê yekê qebûl nakin. Ger pêşî li nelirêtî û îsrafan were girtin û em ji pergala talanê rizgar bibin wê demê dê krîz bi dawî bibe. Ev dê hêviyên gelên me û herêmê mezintir bike û ji bo hemû mirovahiyê bibe mînak.
 
Rejîm hemû pêngavên sazîkirina faşîzmê ji kevneşopiyên zextên dewletê mînak digire û pêk tîne. Bingeha otorîterbûnê ew e ku li gorî mîrateya dewletparêziyê zextê li hemû civakê dike. Li şûna serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan pêk tînin û ji ber rika mayîndebûnê pergaleke wiha bixin meriyetê.
 
Armanca polîtîkayên jihevdûrxistina civakê ew e ku daxwazên kesên zext û zordariyan qebûl nakin û her wiha têkoşîna bidestxistina mafên dîrokî yên hatine vederkirin û kesên ku di hemû qadên jiyanê de wekheviyê dixwazin neyên qebûlkirin. Ev hişmendiya nijadperest, zayendparêz û mezhebparêz hewl dide bi rêya siyasetê pirbûnan bike yek, hemwelatiyê bispêre binemaliyê, kesan bi dewletê ve zîmet bikin.
 
Bingeha zextên siyasî, berterefkirina TBMM’ê, rêveberiyên herêmî teslîmkirina ‘zilma qeyûm’ û bi vê ferasetê ve armanc dikin ku gav bi gav pergala dîktatoriyê ava bikin. Desthilatdar di her firsendê de hemû derdorên muxalîf wek ‘terorîst’ û ‘xayîn’ îlan dike û ji bo bêdengkirina civakê nexweşiya Covid – 19 (korona) îstîsmar dike û ji bo darbe li siyaseta demokratîk bixin tevdigerin. Di van 3 salên dawîn di aşkera hat dîtin ku bingeha krîzên siyasî û neçareseriya pirsgirêkan ‘Pergala Hikûmeta Serokomariyê’ ye. Nav pergal e lê nakokiyên heyî nîşan dide ku ne ‘pergal’ e, rêveberiyeke eletewş e, ji armanc û îdiayan, xeyalên şaristaniyê, ji rêgezên polîtîk û exlaqê dûr ketine û pergak bûye amûrê zordestî û keyfiyetê.
 
Partiya Demokratîk a Gelan bang li hemû hêzên demokratîk û muxalefeta civakî ya Tirkiyeyê dike ku em dawî li van pêkanînan bînin, tifaqa demokrasiyê ku ji aliyê gelê me ve ji jêr ve tê avakirin berfirehtir bikin û li ser esasê siyasî ji nû ve ava bikin.
 
Li hemberî vê desthilatdarê parastina nirxên azadî, edalet û wekheviyê peywir û berpirsyariya hevyar a hemû hêzên demokrasiyê ye. Partiya Demokratîk a Gelan bi biryar e ku dê xwedî li kevneşopiya demokrasiyê û têkoşîna azadiya civakê derkeve û dê vê boçûnê rawestîne û jiyaneke nû ava bike. Ji bo vê yekê em bang li hemê hêzên demokratîk û muxalefeta civakî û hemû welatiyên ku wekhevî, azadî û edaletê dixwazin dikin ku li ser esasên li jêr hatine destnîşankirin em werin li gel hev:
 
1-Bi hev re ji bo maf û hiqûq û edaletê: Mafê lêgerîna azadî, wekhev û darizandina bi adilane ya girêdayî edalet û rêgezên hiqûqî ya gerdûnî,  serdestiya hiqûqî û demokrasî û mafê mirovan a li ser bingeha daraza bêalîgir û serbixwe,
 
Ji xeynî azadî û mafên bingehîn ku tê gotin divê îhlalkirina belgeyên mafên mirovan a navneteweyî yên wekî mafê zarokan, mafê jinan, mafê karkeran, mafê penaberan, mafê aştiyê, mafê ekolojiyê û hwd.  bê dawîkirin, divê dûreperêziyên hene bên rakirin û  ev metn bikeve bin parastina statûya makeqanûne;
 
2 - Bi hev re ji bo makeqanûneke demokratîk: Ji bo parastin û xurtkirina hevgirtina civakî ya li ser bingeha wekhev û azadiya hemwelatîtiyê; Makeqanûneke demokratîk ku hemû hemwelatiyan di nav xwe de dihewîne, xwe dispêre maf û azadiyan, li hemberî çand, bawerî û neteweyên cuda bi rêzdar divê dewlet li hemberî hemû baweriyan xwedî heman seknê be û divê azadiya bawerî, ol û mezhebî ya hemwelatiyan bigire bin ewlehiyê;
 
3 - Bi hev re ji bo demokrasiyê: Rêveberiyeke navendî ku hêza hevsengiya wê hatiye çêkirin; Divê înşakirina komereke civakî û demokratîk ku li ser hişmendiya rêveberiya xweser, tevliker û demokratîk a xwe dispêre pergala parlamentoyeke demokratîk, azadîxwaz û piralî;
 
4 - Bi hev re çareseriyek demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd: Bi gelê kurd re naskirina maf û hebûna hemû çand û nasnameyên cuda yên hatine tunehesibandin, nêzîkatiyeke ku di çareserkirina dozan Kurdan de rêyên demokratîk û aştîxwaz esas digire, lihevkirineke civakî ku pirsgirêkan bi rêya diyalog û muzakerayan çareser dike divê.
 
5 - Bi hev re ji bo rawestandina şer: Polîtîkayeke aştiyane ya derve ya di têkiliyên navneteweyî de aştiyê esas digire, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navneteweyî ya bi rêya aştî û heqaniyetê di nav dewletan de dîplomasî û muzakeranyan li pêş çavan digire û hemû mudaxeleyên leşkerî, şer û pevçûnan bi dawî dike divê;
 
6 - Bi hev re ji bo kar û nan: Bi astengkirina fatûreya qeyrana aborî li ser pişta kedkaran, bi polîtîkayên ku li hember bêkarî û xizaniyê bi awayekî bi bandor têbikoşe û tedbîrên civakî pêşbixe, hemû pêdiviyên civakî û aborî yên hemwelatiyan hilde bin ewlehiya cemaweriyê, polîtîkayeke aboriyê ya ku kar, talan û berjewendiyan esas digire na, xweza û mirovan esas digire;
 
7- Bi hev re ji bo jinan: Ji bo bi dawîkirina her cure zext û zordarî û cudakariya li hember jinên dema ku ji bo xwe ji çembera bêewle ya civakî, siyasî û aborî rizgar bikin têdikoşin rast tên vesazên qanûnî; tedbîrên ji bo pêkanîna rêgezên wekhevî û azadiya jinan;
 
8 - Bi hev re ji bo ciwanan: Feraseteke perwerdeyê ya ku pêşiyê li ciwanan veke, ji bo ku ciwan der barê dahata xwe de bi awayekî azad biryar bidin; dîsa feraseteke ku di her astê de xwendevan û malbatên wan kirde dibîne, feraseteke ku lêpirsîn, lêkolîn û lêgerînê esas digire û perwerdeyeke zanistî, azad, afirîner û bi zimanê dayikê diparêze; vesazên kanûnî û îdarî yên ji bo ku ciwan di mijarên perwerde, kar, çand û civakî de bikaribin biryar bidin û bibin xwedî erk; li gor vê ferasetê zaningehên xweser;
 
9 - Bi hev re ji bo xweza û jiyanê: Ji bo jiyaneke demokratîk-ekolojîk bi dest bixin divê xweza û qadên jiyana biyan ji talana pergala kapîtalîst bên parastin. Avakirina pêşerojeke ekolojîk û demokratîk di bingeha hemû planên civakî û aboriyê de bên bicihkirin û ji bo vê arasteya civakî-polîtîk divê.
 
Banga me ji bo her kesî ye…
 
Piştî ewqas xirabiyên bi serê me hatine, werin em bi hev re dîroka başiyê binivîsin. Ji bo civakeke demokratîk ku em xwe bi xwe bi rê ve bibin, werin em di têkoşîna heq, hiqûq, edalet, demokrasî û azadiyê de bibin yek.
 
Avakirina jiyaneke nû pêkan e. Ji nifşên berê heta niha bi xebat û hewldanên xwe, me derfetên mezin ku berhem û milkên me yên hevpar in, ava kirin. Em dikarin pêşî li vê dewlemendiya ku di destê çend heramxweran de dibe çavkaniya xizaniya me, bigirin. Em dikarin tevneke civakî ya ku li ser bingeha kesayetên wekhev û azad û pêkhateyên azad bilind dibe, biafirînin.
 
HDP li dijî êrîşên rejîmê, bi awayeke biryardarî di xeta siyaseta demokratîk de israr kiriye û di vê sekna xwe de bi qasî misqalê şaş nebûye. Di demeke ku pêdiviya gelên me mîna av û nan ji demokrasî, azadî û edaletê re heye de bûye ziman û zanebûna vê rastiyê. Armanca vê seknê ew e ku tifaqa hemû hêzên demokratîk a her ku diçe berfireh dibe, bi nirxên demokratîk û azadîxwaz ve bike yek. Ev sekn di heman demê de zext û zordarî çiqas zêde jî bibin, jênevegera xwe gihandina vê armancê di xwe de dihewîne.
 
Gelên me teslîmî zext û zordariya desthilatdariya Qesrê nebûn û bi vê sekna xwe re jî ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê bingeheke xurt ava kirin. Partiya Demokratîk a Gelan hemû hêza xwe ji vê sekna xurt a gelan, ji têkoşîn û hêviya wan a pêşeroja digire. Erka siyasetê ew e ku ji bo ev hêvî veguherin rastiyê rê li ber wan veke û ji bo ku meşa azadî, demokrasî, edalet û xweşguzariyê ser bikeve jî jê re xizmet bike. Partiya Demokratîk a Gelan bi israr e ku li gel hêzên muxalîf ên civakî û demokratîk, meşa xwe ya ber bi armanca xwe ve bidomîne."

Sernavên din

02/06/2020
11:57 Walîtiyê destûr neda konsera Grûp Yorûm
11:50 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş yasa were guhertin’
10:19 Nîhat Çakan: Lê belê muzîkek heye
09:33 Çiyayê Eregê qada debar û jiyanê ye
09:23 2 leşker mirin
09:09 Karkerên ku qeyûm wan mexdûr kiriye: Bila êdî ev îşkence bi dawî bibe
09:08 Hem bazar hem jî ber deriyê malê qedexe kirine
09:08 Der barê Dayika Aştiyê de 106 heb lêpirsîn
09:07 Prof. Tolûnay: Mudaxileya li xwezayê wekî bûmerangê ye
09:06 Pîrê: Hikûmeta Tirkiye li Sûriye şikest vegere dê perçe bibe
09:06 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2020'AN
01/06/2020
20:30 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 563
19:02 Her 3 kesên ku Bariş Çakan kuştin hatin girtin
17:38 Kal û pismamên Bariş Çakan: Ji ber muzîka kurdî hat kuştin
17:10 ÎHD: Destûr nayê dayîn ku gora komî were lêkolînkirin
16:47 Bariş Çakan spartin axê
15:49 Ji Colemêrgê berteke li dijî kuştina Bariş Çakan
15:20 HDP'ê helwesta xwe aşkere kir: Emê bi hev re têbikoşin
15:19 Dayika Karaman li ber dadgehê daxwaza edaletê kir
14:57 Partiyên Yekitiya Niştimaniya Kurd: Tirkiye ji bo çareseriyê asteng e
14:52 Li Wanê çayxane têje bûn
14:39 Malbata Kartal: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:20 Kesekê Nûrcan Polat kuşt hat girtin
14:19 Ji sedî 95'ê bereketa çotkaran weşiya
14:11 Rêxistinen pîşeyî: Tê xwestin muxalefet bê bêdengkirin
14:10 Di serdana gunde 56 kes bi vîrûsê ketin
14:08 Ji parêzeran vedişêrin, bi medya îqtîdarê re parve dikin
14:01 Li Amedê pêvajoya ‘asayîbûnê’ dest pê kir
13:16 Komeleya Rosa rapora xebatên xwe parve kir
13:14 Bi deh hezaran muzîsyen tevlî kampanya ji bo Ocalan bûn
13:11 Gelo bi copê tecawizî M.E.C. kirin?
13:01 Heman îşkence û heman wêne!
12:51 Ji bo gora komî Kerboranê daxwaza lêkolînê hat kirin
12:27 Ji bo cenazeyên li Kîlyosê bang li Meclîsê kir
12:01 Di 82 rojan de tundî li 83 kesan hat kirin
11:50 Piştî emeliyata mejî paşve şandin girtîgehê
11:34 Îşkenceya li qereqolê li gorî midûriyeta polîsan 'Hêza bi kontrol e'
11:25 Xwepêşandanên li Amerîka gihîştan Qesra Spî
11:10 Di 2019'an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
11:01 Muslim: Pêngava diyalogê wê di demek nêz de dest pê bike
10:35 Parlamenterê HDP’ê Koç: AKP welat ber bi tundiyê ve didefîne
10:34 Polîsan cenazeyê Kartal ê girtiyê nexweş revandin û definkirin
10:15 Serokê ATO Bulut: Dê nexweşên Covît-19 zêde bibin
09:43 Keskîn: Êrişkirina goristanan binpêkirina Peymana Cenevre ye
09:24 Li Şirnexê bikaranîna rûpoş bû mecbûrî
09:21 Psychology Kurdî bi hejmarek taybet derket
09:19 Bûn bêhna zaravayeke li ber xeterê
09:18 Şertên girtîgehê bandorekê çawan li zarokan dikin?
09:17 Kesê 2 meh berê emeliyata dil bûbû hat girtin
09:16 Amed bi rêjeya hejmara nexweşên xwe yên herî zêde ket pêvajoya asayîbûnê
09:15 Li Kanîreşê dem dema bihar û zozanan e
09:14 Li dijî Santralên Nukleerê seri li şûreya dewletê dan
09:13 ‘Şerê taybet li ser malbatan didin meşandin’
09:13 Li Edeneyê binçavkirina Qorsan
09:12 Kujerê siyasetmedarê Kurd Melik 26 salin hêj mechûl e
09:00 ROJEVA 01'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Ciwane li muzîka Kurdî guhdar kir kuştin
31/05/2020
22:09 Kesê ku gef li Weqfa Hrant Dînk xwar hat girtin
21:13 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 4 hezaz û 540 kesî
19:33 Ji şêwirmendê parlamenterê MHP'ê wêneyên îşkenceya li emniyetê
16:35 37 kesên din li Êlihê bi şewba Covît-19 ketin
16:02 Osman: Kurd bi yekîtiya neteweyî dê bi ser bikevin
15:17 Polîsan bi lêdanê binçav kirin
14:48 Walî derketina derve li 19 gundên Bedlisê qedexe kir
14:42 Îdîaya polîs û zabiteyan tundî li firoşkarên seyyar kirin
13:59 Dê cenazeyê Kardal li Manîsayê defin bikin
13:41 Rêxistinên jinan xwest Tirkiye ji Efrînê derxin û bersûcan darizanînin
13:07 Di bûyera êrîşa li dijî polîsan de hejmara kesin hatin binçavkirin derket 3’yan
12:51 Welatiyên hatibûn îşkencekirin, cardin hatin binçavkirin
12:41 TEV-DEM: Ji bo Efrînê komîsyoneke lêpirsînê ava bikin
12:31 HDK: Berxwedana Gezî pir zimanî fêr kir
12:20 Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin
11:12 Geliyê Bertul qedexe kirin
10:12 Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye
09:55 Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû
09:03 Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn
09:02 Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
09:01 ‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin'
09:01 Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan
09:00 Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê
09:00 Li vî gundî her tişt bê pere ye
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN
08:34 2 kes li Rezanê hatin binçavkirin
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin