ENQERE - Li navçeya Etîmesgût a Enqereyê Bariş Çakan, bi hinceta ku muzîka kurdî guhdar dikir hatibû kuştin. Her 3 kesên Çakan kuştibûn hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê; 3 kesên ku tê gotin Bariş Çakan kuştine hatine girtin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku K.Y., A.B. û O.Y'yê tê gotin tiltiya wan di kuştina Çakan de heye hatine girtin.