OHD: Li Licê 250 gor hatine rûxandin

  • rojane
  • 09:27 3 Hezîran 2020
  • |
img

AMED – Rêberê Şaxa OHD’ê ya Amedê Parêzer Bawer Mizrak diyar kir ku li Goristana Sîsê 250 gor hatine rûxandin û êrişan wek “hiqûqa dijminiyê” pênase kir. OHD dê têkildarî êrişan serî li saziyên navnetewî bidin.

Şandeyek Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê çû serdana Goristana Sîsê ya navçeya Licê ya Amedê ku hatibû rûxandin û lêkolînan pêk anî. Şandeya OHD’ê derbarê rûxandina goran de raporek amade kir. Rêveberê OHD’ê Parêzer Bawer Mizrak têkildarî lêkolînên pêk anîne axivî.
 
‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ YE’
 
Mizrak êrişên li dijî goristanan wek “nîşaneya hiqûqa dijminiya li ser kurdan” nirxand û got: “Di çend mehên dawî de li ser cenaze û goristanan êrişên pir cidî tên kirin. Cenazeyên Şêx Seîd û Seyîd Riza hêj nayên zanîn li ku ye. Tişta ku tînin serê cenazeyan, goran û goristanan hiqûqa dijminatiyê ye. Êrişên li ser goristanan nemaze piştî bi dawî kirina pêvajoya çareseriyê zêde bûne. Me tespît kir ku li Licê, li Farqînê, li Erdîşê, li Geverê, li Çewligê, li Heskîfê li dijî goristanan êrişên tund hatine kirin. Wisa xuya dike dibe ku cihên hêj agahiyên me jê tune bin û me tespît nekiribe jî ew cih jî bi êrişan re rû bi rû mane.”
 
‘FERMANÊ DIDIN MALBATAN’
 
Mizrak anî ziman ku li Farqînê ji emniyet û qereqolê bang li malbatan dikin û dema malbat diçin gel wan heqaret li wan dikin û gefa li wan dixwin. Mizrak da zanîn ku qereqol fermana hilweşandina goran dide malbatan û got: “Heke malbat nekin wan binçav dikin û gefê li wan dixwin. Em lê dinêrin ku dozgeriyan derbarê xwediyê goran de lêpirsîn daye destpêkirin. Qaşo li gorî rêziknameyê lêpirsîn vedikin, lê dema em li rêziknameyê dinêrin tiştek wiha nîne.”
 
250 GOR HAT HATINE RÛXANDIN
 
Mizrak diyar kir ku li Goristana Sîsê ya Licê herî dawî di 29’ê gulanê de li dijî goran êriş pêk hatiye û wiha got: “Em çûn wir me lêkolîn pêk anî. Ev goristan di serdema pêvajoya çareseriyê de hat çêkirin. Li vê goristanê nêzî 250 cenaze hene. Piştî pêvajoya çareseriyê hat qedandin, ev goristan salê carek an jî du car tê rûxandin. Li gorî agahiyên malbatan da me, piştî her operasyonê esker diçin goran rûdixînin. Lê div ê lêkolîna me ya dawî de me dît ku 250 gor hatine rûxandin û me viya tespît kir.”
 
DÊ SERÎ LI QADA NAVNETEWÎ BIDIN
 
Mizrak destnîşan kir ku ew ji bo serlêdanên malbatan amade ne û bang li rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû aliyan kir ku ji bo dawî li van sepanan bînin piştgiriyê bidin wan. Mizrak got ew ê bibin şopdarê mijarê û dê di dema pêşiya wan de ji bo rûxandin û êrişên li ser goristanan serî li sazî û rêxistinên nanveteweyî bidin.

Sernavên din

05/06/2020
10:00 Parêzeran bertek nîşan da: Dixwazin baroyên spî ava bikin
09:08 Di 3 mehên dawî de 2 hezar û 125 jin serî li xeta îxbarê dane
09:07 Hêdî hêdî dest bi berhevkirina qatixên xwe dikin
09:06 Li ber avahiya HDP'ê rûnişt li şaredariyê dest bi kar kir
09:05 Bi qenala 60 sal berê avdaniyê dike
09:00 ROJEVA 5'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
08:24 Dê li 15 bajaran derketina derve qedexe bikin
07:53 Aydenîz: DAIŞ'ê diparezin, lê demokrasiyê naparêzin
00:24 Hevseroka KCD'ê û Wekîla HDP'ê Leyla Guven û Musa Farisogullari hatin girtin
00:13 Wekîlê CHPê Enîs Berberoglu hat girtin
04/06/2020
23:06 Hevseroka KCD'ê û Wekîla HDP'ê Guven binçav kirin
22:12 Wekilê HDP'ê Farisogullari binçav kirin
20:44 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 630
19:03 DBP: AKP-MHP'ê careke din piştrast kir ku lingê siyasî yê FETO'yê ne
18:44 Meclîsa Jina ya HDP'ê: Leyla Guven vîna me ye
16:57 'Li Meclisê darbe heye'
16:47 Li Giyadînê jinek bi awayek gumanbar mir
16:35 KCD: Vîna gel nayê darizandin
16:23 Navê 3 parlamenteran ji malpera meclîsê rakirin
16:01 Meclîsê parlamenteriya Leyla Guven xist
Leyla Guven: Berxwedan Jiyane
15:28 'Jimartina eskerî' li ser Girtîgeha Kirşehîrê ferz dikin
15:00 Sancar: Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin
14:43 Rêxistinên elewiyan tundiya polîsan şermezar kirin
14:20 M.E.C: Ez tazî kirim û bi copan îşkence kirin
14:12 Endam û rêveberên BTS’ê li Enqereyê ne: Em sirgûnan qebûl nakin
13:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:39 Komên çekdar bav û 3 kur kuştin
13:33 Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatibûn veşartin gilî hat kirin
13:25 Li Amedê hejmara nexweşên şewba coronayê zêde bûye
12:49 QSD`ê li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê operasyon pêk anî
12:03 Yenî Yaşam di 8'ê hezîranê de dîsa li bayiyan e
11:52 Qarantînaya li Weysel Qeranî bi dawî bû
11:45 Piştî şewbê rewşa aboriyê: Dê betalî derkeve 11,7 milyon kesan
11:28 Muxalefet li dijî yasaya notirvaniyê bi bertek e
11:21 ESÇEVDER: Talankirin û wêrankirinê bi zagonan rewa dikin
11:16 Deriyên sînor ên Iraq û Îranê vebûn
10:51 Lîsa Çalan: Navê her kesê di dosyeyê de derbas dibe divê were darizandin
10:16 Grup Yorum: Bi qedexeyan hûnê nekarin me bêdeng bikin
10:12 Binçavkirina 7 kesên li Dêrikê 4 rojên din zêde kirin
10:00 Parêzeran di 10 salan de 962 serlêdan kirin, lê tenê 5 caran hevdîtin kirin
09:58 Temellî: Tundiya aboriyê li Kurdistanê qat qat zêdetir bû
09:03 Tiryakî: Êdî em ê jî bêjin qaşo walî
09:03 'Îşkencekar êdî aşkere îşkenceyê dikin'
09:03 Karkerên çandiniyê: Şewb heye, lê mecbûr in bişixulin
09:03 Bi çandiniyê bêhna wan dertê
09:03 Surucu: Îqtidar ji bo pêkanînên DEDAŞ'ê xwe li kerîtî û korîtiyê datîne
09:03 Gora komî ji bo xizmên windayan bû cihê hêviyê
09:03 'Di 2015'an de jî mizgeft hilweşandibûn'
09:00 ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:35 Malbatan ji bo zeviyê şer kirin: 3 kes ji hev kuştin
03/06/2020
20:20 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 24 mirî, 867 pêketî
17:18 Meclîsa Ciwanan: Hikûmeta desthilatdar polîtîkayên îmha û înkara Kurdî didomîne
16:38 Ji bo Bariş Çakan ‘Zimanê Kurdî’ strandin
15:50 Ji bo parêzerên di rojiya mirine de piştgiriya navneteweyî
15:49 Jinan ji Şirnexê bang kir: Ku zulum hebe berxwedan jî heye
15:22 Ji bo Kavala bang li KE’yê kirin: Peyamek zelal bidin Tirkiyê
15:11 Ewil îxbar kir û piştre xistin feqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:49 Beştaş: Di bûyera Çakan de gumanên me hene
14:45 Hêzên Rejîma Îranê kolberek din kuşt
14:25 Ji Walîtiyê daxuyaniya ‘îşkenceyê’: Kuçik refleks nîşan daye
13:26 'Karantîna êdî zilm e'
13:08 Tirkiye ava Firatê ji ser Rojava kêm kir
12:26 Zêdebûna şewba Covît-19 a li Amedê birin rojeva meclîsê
12:25 Çalakiyên li Amerîkayê qedexeyan guhdarî nakin
11:55 Rêwiyên M4 bi karwanî diçin û tên
11:21 Li warê windayan gora komî hat dîtin: Hestî aydê kê ne gelo?
10:04 Polîs tevî kuçikên xwe ketin hundir û îşkence kirin
09:50 Walîtiyê qedexeya derketina derve ya li Bedlîsê berfireh kir
09:34 Tenê beşek pêşmerge ji Zînî Wertê vekişandin
09:28 Li Gundê Gozelî 59 kes bi şewba Covît-19 ketin
09:27 OHD: Li Licê 250 gor hatine rûxandin
09:11 Êrîşa li goristanan: Armanc bîra civakiyî ye
09:10 Ç.B.: Min hêz ji piştgiriya jinan girt
09:07 Civaknas Sûstam: Li Tirkiyeyê nîjadperestî sûc nayê hesibandin
09:07 Îdiayên ku Bekir Kaya dan girtin pûç bûn
09:07 Şaredariya Giyadînê bênavber dixebite
09:07 Pereyê ku bankayê neda wî ji PTT’ê stend
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
02/06/2020
20:44 M.E.C. û F.A. hatin girtin
20:34 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:38 Polîsan mudaxileyî Rêxistinên Ciwanan kir
16:46 DBP: Raperîna Amerîkayê hêrsa li dijî cudakariyê ye
16:43 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
16:33 1273 kesan bang li Tîmtîk û Unsal kirin
16:30 Polisan nehişt ku ji bo Bariş Çakan daxuyaniyê bidin
16:16 ÎHD: Raporan li ber ber çav bigirin û girtiyên nexweş berdin
16:06 48 rêxistin û şexsiyet: Gelê kurd êdî êrişên li dijî zimanê xwe qebûl nake
15:20 Li Agiriyê di mehekê de 3 mirinên bi guman: Mal bûnê cihê cinayetê
15:11 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Talûke didome
15:07 Dozgîn Temo nehat berdan
14:53 Siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk bi bîr anîn
14:33 ‘Dev ji zimanê cudakariyê berdin’
14:17 Xwendekarên YYU'ê Bask-Der ava kirin
13:51 M.E.C. ê îşkence lê hat kirin derxistin edliyê
13:49 Hevseroka KESK'ê: Em nabin karmendên serî ditewîne
13:40 Ji bo Bariş bi kurdî gotin
13:36 Dolmişvanan li endamên komîsyona îhaleyê dan
13:33 Li Enqerê 391 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:13 Cendirmeyan meşa BTS'ê ya Enqereyê asteng kir
12:30 'Zêdebûna tundiya polîsan ji ber bêcezakirina polîsan e'