ÎZMÎR – Siyasetmedar, sendîkavan û parêzvanên mafe mirovan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya sê parlamenteran dan û diyar kirin ku li dijî mafê hilbijartinê ye xelkê kirine û banga xwedî derketina îradeyê li her kesî kirin.
Nerazîbûnên li dijî betalkirina parlamenteriya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû berdewam dikin.
HDP: LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî diyar kir ku dema îqtîdar tengav dibe serî li dijminatiya partî û gelê kurd dide û got: “Di esasê xwe de astengkirina siyaseta HDP’ê bêdengkirina hemû civakê ye. Carek din her kesê ku naxwaze bîatî Qesrê bike bi darbeyan re hevrû maye. Em ê wek partî li dijî faşîmzê xeta têkoşînê birêxistin bikin.”
CHP: DARBEYA LI DIJÎ MECLÎSÊ YE
Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Kanî Beko jî da zanîn ku bi betalkirina parlamenteriya sê parlamenteran darbe li Meclîsê hatiye xistin û bang li hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê kir ku li dijî darbeye têkoşînek hevpar birêve bibin.
EMEP: DIVÊ CHP TELAFÎ BIKE
Seroka Rêxistina Partiya Kedê ya Îzmîrê Emîne Ûyar jî da zanîn ku betlakirina parlamenteriyê biryarek siyasî ye û divê CHP a ku di dema xwe de ji bo destnedayîna parlementeran were rakirin erê bike ji şûn ve telafi bike.
DÎSK: BÊHURMETIYE
Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari jî anî ziman ku Tirkiye hêj bi sepanên OHAL’ê tê birêvebirin û got: “Li şûna hemû mafê hemû hilbijêrinên bi vîna gel hatine bijartin werin mîsogerkirin, lê dixwazin hilbijartinê bêwate bikin. AKP têkçûna xwe dibîne. Loma jî parlamenteriyê betal dike. Ev bêhurmetiya li hember vîna gel e.”
ÎHD: BÊDENG NEMÎNIN
Rêveberê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Ahmet Çîçek jî destnîşan kir ku Tirkiye otoriter bûye û got. “Demokrasî li ser gotinan maye. Rêveberiya kêfî heye. Nahêlin hilbijêr gotinek bikin. Dixwazin pirsgirêka kurd bi rêbaza eskerî û ewlehiyê çareser bikin. Wê ji vê nêzîkatiyê rageşiyên nû derkevin. Ez bang li hemû wekîlan dikim; tişta îro tînin serê wekîlên kurd û muxalîfan dê sibê jî li hember web ikin. Divê hûn li îradeyê xwedî derkevin. Bêdeng nebin her ku hûn bêdeng bibin, wê dor were ser we.”
TÎHV: EM XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN
Endamê Rêveberiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Coşkûn Ustercî jî diyar kir ku bi betalkirina parlamenteriya her sê parlamenteran hemû mafê hilbijartinê hatiye binpêkirin û got: “Dixwazin demokrasiye tune bikin. Lê divê em destûrê nedin tune hesibandina mafên xwe û em xwedî li vîna xwe derkevin.”