Bayindir: Wê nikaribin siyaseta kurd teslîm bigirin

img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir têkildarî betilkirin û girtina parlamenterên HDP’ê diyar kir ku dixwazin peşkê li siyaseta demokratîk bixin û dê nikaribin bi vê yekê siyaseta kurd teslîm bigirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir betalkirina parlamenteriya Parlamenterên HDP’ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari û girtina wan nirxand.
 
Bayindir betalkirina parlamenteriya parlamenterên DEP’ê û girtina wan a di sala 1994’an bi bîr xist û got polîtîkaya îro li dijî partiyên kevneşopiya DEP’ê tê birêvebirin heman siyaset e û aqilê dewletê dixwaze peşkê li siyaseta demokratîk û kurd bixwe. Bayindir vê astengiyê wek stratejiyek nirxand.
 
‘HEKE KURD TÊNEKOŞIN WÊ BIBIN ARMANC’
 
Bayindir anî ziman ku heke gelê kurd li dijî vê siyaseta qirker a AKP-MHP’ê û dewletê tênekoşin dê her tim bibin armanca vê siyaseta faşîzmê û têkoşîna gelê kurd bawerî û hêviya siberojê dide gelek derdoran. Bayindir diyar kir ku ew wek partiya herî mezin a pêkhateyên HDP’ê ji bo têkoşînek seferberî ya li dijî êrişan hewldanan bikin û ew ê her kêlî li cem HDP’ê cih bigirin û mil bidin milên wan û têkoşîna xwe mezin bikin.
 
‘KURD QONAXEK GIRÎNG DE DERBAS DIBIN’
 
Bayindir bal kişand ser nîqaşa sîne-mîllet jî (vekişîna HDP’ê ya ji parlamentoyê) û got ew ê vekişîna HDP’ê ya ji parlamentoyê sûdê li têkoşîna wan a azadî û demokrasiyê neke û ew ê li gel HDP’ê mevziyên xwe û destkeftiyên xwe biparêz in. Bayindir anî ziman ku kurd li tevahiya Kurdistanê di qonaxek dîrokî de derbas dibin û ew hewl didin kurd di her warî de destkeftiyên xwe biparêz in û xwedî li vîna xwe derkevin. Bayindir got ji bo parastina destkeftiyan jî kurd neçarin stratejiya xwe ya yekîtiyê li pêş bixin.
 
‘WÊ NIKARIBIN SIYASETA KURD TESLÎM BIGIRIN’
 
Bayindir destnîşan kir ku tevî hemû êrişkarî û zilma dewletê ango îqtîdara AKP-MHP’ê jî dê paş da gav neavêjin û got: “Wê nikaribin tu sazî û dezgehek me û siyaseta kurd teslîm bigirin. Dixwazin bi her alî îradeya me bişkînin lê wê bi ser nekevin. Pir eşkere li ser Kurdistanê dagirkerî û mêtingeriyê pêk tînin. Wê ev stratejiya wan pûç derkeve. Niha siyaseta ku îqtîdara AKP-MHP bi rêve dibin siyaseta dewleta kûr e û ew aqil wan birêve dibe. Em ê li dijî van êrişan, zextan, zilmê û astengkirina siyaseta kurd û demokratîk qet tavîz nedin û netirsin. Heta azadiya gelê kurd wê têkoşîna me her kêlî bidome.”
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel – Cahît Ozbek

Sernavên din

10/06/2020
10:29 Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin
09:59 Hevşaredarên Qersê: Ger encamek siyasî pêş bikeve, wê hesab bidin gel
09:58 Ji bo Meşa Demokrasiyê bang kirin
09:49 Endamê Meclîsa HDP’ê Kalkan hat binçavkirin
09:48 Bêcezahiştin binpêkirina mafan zêde dike
09:41 Ji ber Kaniyên Mûnzûrê bertek: Em ê xwe biavêjin pêşiya kepçeyan
09:31 ‘Ên xwedî hêza temsîliyetê tên bêdengkirin'
09:25 Li Heskîfê qesra 900 salî di bin avê de ma
09:24 Erdê xwe bifiroşe jî heqê fatûreyên DEDAŞ'ê dernaxe
09:24 Dr. Yavîç: Biryara 'asayîbûnê' gaveke siyasî û aborî ye
09:23 Serokê ZMO'yê Ûcaman: Ji bo çandiniyê gavine pratîk divê
09:23 ‘Di dema şewbê de mafê kedkarên tenduristiyê kêmtir bûn'
09:22 Roja dawî ya serlêdana ji bo betalkirina Qanûna Înfazê 15 Hezîranê ye
09:21 Jiyana li nav erdê îsotan
09:20 Li Çiyayê Kato demsala biharê ye
09:19 Eskeran bi ser gund de girtin û 6 gor rûxandin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:13 Waliyê 41 bajaran hatin guhertin
09/06/2020
23:00 Guven: Em ê bi ser bikevin
22:02 Hevseroka KCD'ê Guven hat berdan
20:23 18 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:46 Kesê destdirêjiya zarokekê kir hat girtin
16:31 Heyeta HDP'ê KESK ziyaret kir
16:16 Li Pirsûsê 2 kes hatin binçavkirin
16:13 Kesê xwest destdirêjiya zarokekê bike hat girtin
15:52 Şerê QSD li Dêrazor didome: 70 DAIŞ'î hatin girtin
15:38 ‘Gelê bê nefes tê hiştin dê tekoşîna xwe bilind bike'
15:30 Ayşegul Akturk li ber nexweşxaneya lê dixebitî bi bîr anîn
14:36 Gelê Mexmûrê ji bo Qasim Engîn merasim li dar xistin
14:16 Şaredarê Curnê Reş bi şewba vîrusê ket
14:13 Jinên HDP'î: Emê li her derê bin
13:39 Li peşiya Seferatxaneya Amerîkayê şermezarkirina Floyd
13:27 2 birayên hev ên xeniqîn spartin axê
13:17 KESK, DÎSK, TMMOB û TTB: Em xwe hînî nehiqûqiyê nakin
13:15 5 kesên sewqî edliyê kirin dîsa binçav kirin
12:45 Nexweşê pençeşêrê: Ku kes dengê min nebihîze ezê bimirim
12:38 Li Efrînê 11 sivîl ji bo fîdyeyê hatin revandin
12:34 Ji Samandagê banga têkoşîna hevpar
12:33 Li 23 gundên Bedlîsê qedexeya operasyona eskerî didome
12:18 Lêdana 'weke terorîstan mêze dikî' lê kirin
12:07 DEDEF’ê ji bo parêzerên di rojiya mirinê de ne findan pêxistin
11:50 4 kes li Mêrsînê hatin binçavkirin
11:43 Sancar hişyar kir: Em ne tên lîstikan û ne jî provokasyonan dikin
11:23 WHO ’yê hişyar kir: Hê ji qedandina şewbê re maye
11:20 Li Efrînê li dijî hezar û 564 jinan sûc hatiye kirin
11:00 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:27 Dadgeha Îstînafê biryara betalkirina projeya Geliyê Dîcleyê erê kir
10:08 Li Amedê di operasyona leşkerî de şer derket
09:55 Parêzer li dijî 'mirina sivîl' têdikoşin
09:55 Yîgît: Dibe ku hêzên hewayî yên Tirkiyê û Rûsya rûbirû bimînin
09:42 Zarokê sûriyeyî qetilkirin
09:18 Çima karbidestiya notirvanan tê zêdekirin?
09:17 Hişyariya ji bo Cizîrê: Di dewetan de zincîra vîrûsê çênekin
09:16 27 roj in bê ceryan û av in
09:16 2 hezar kesî serî li kursa onlîne ya kurdî daye
09:08 Bi çinîna reşkeyan hemû tilî terikîn
09:07 Hem distrên hem diçinînin
09:07 Pîşesazî heye lê rê tuneye
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:32 Polîsan bi ser malan û TUAY-DER'ê de girtin: 6 rêveber binçav kirin
08/06/2020
21:45 Li Şaxê teqînek çêbû: 2 mirî, 8 birîndar
20:54 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:38 Ber bi Çiyayê Gabarê ve sewqiyata eskerî
19:31 Li Amedê 6 kes hatin girtin
18:54 Siyasetmedarê kurd Kiliç hat girtin
16:49 Polîsan xwest ciwanê HDK'î birevînin
15:34 Êrîşî gora Rojnameger Akdemir kirin
15:28 Tevahiya Navçeya Karazê xistin qerantînayê
14:40 Di Gulanê de mafê jiyana 203 kesan ji destê wan hatiye girtin
14:11 Karkerê înşaetê yê ji banî ket jiyana xwe ji dest da
13:54 Meclisa Jinan a HDP'ê starta 'Tekoşîna Jinan li her derê ye' da
13:25 DÎB’ê banga têkoşîna hevpar kir
13:13 DFG: Hafiz qetil kirin lê pênûs û kameraya wî li erdê nema
13:04 Bavê esker: Kurê min kuştin
12:43 Dozger cezayê girankirî ji Yilmaz ê hejvîna xwe şewitand re xwest
12:20 Endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê Engîn jiyana xwe ji dest da
11:49 Dadgehê îtîraza ji bo 12 kesan red kir
11:40 Buldan: Deriyê me ji muxalefetê re vekirî ye
11:04 Zilam li Arnavutkoyê jinek kuşt
11:03 Astengkirina kefenkirina cenaze: Divê oldar qiyametê rakin
10:47 Prof. Kaptanoglu: Ji ber îqtîdar lawaz bûye bi zextan tirsê pêş dixe
10:02 Bayindir: Wê nikaribin siyaseta kurd teslîm bigirin
10:01 Polîsan Midûra Nûçeyan a Oda tv Muyesser Yildiz binçav kirin
09:28 Bi wêneyan talankirina dîrok, çand û xwezayê
09:28 Hevalên Gulistan Doku: Ji bo lêpirsînê hêj tu gav nehatiye avêtin
09:23 OHD’ê derbarê şêwrimendê MHP’yî de gilî kir
09:22 Ozkan: Heta demek kin li Lîbya çareseri tune ye
09:21 Sabiha ya 27 sal in li hestiyên kurê xwe digere: Tarîfa vê êşê tune
09:20 Jinên Kurd: Li dijî vê pergalê têbikoşin
09:19 Amedî: Hîtler jî wisa nekir
09:12 Li çiyayan dem dema helhelokane
09:11 Nexweşxane ava kirin, lê personel peyda nekirin
09:11 Rençberê ceyrana wî tune DEDAŞ’ê 27 hezar û 415 tl deyn jêre nivîsî
09:09 Fincê Akman: Ji ber kurê min Kurd e ceza kirin
09:09 Kela Rabat di 2 salan de wêran bû
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07/06/2020
22:45 Li Rihayê 2 mezra, 2 tax û 5 avahî xistin qerantînayê
21:07 Du bira di Çemê Dîcleyê de xeniqîn
20:53 Di 80 rojan de li Tirkiyeyê 4 hezar û 692 mirov bi Covît-19 mirin
17:21 Komên çekdar li Efrînê Melek revandin û qetil kirin