ŞIRNEX - Şaredarê Cizîrê yê berê Sabrî Vesek bi şewba vîrûsa Covid-19 jiyana xwe ji dest da.
Şaredarê Cizîrê yê berê Sabrî Vesek (Sebriyê Newaf) ku bi şewba vîrûsa Covît -19 ketibû, li Amedê dihat tedawîkirin. Vesek ji ber şewba vîrûsê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Vesek şandin Cizîrê û piştî wecibeyên olî li Goristana Asrî ya Cizîrê spartin axê.