Strana Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Dîsa jin, dîsa jiyan 2023-04-02 11:54:22   ENQERE - Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta kampanyaya hilbijartinê da. Meclisa Jinan, strana hilbijartinê ya bi kurdî “Dîsa jin, dîsa jiyan” ku gotin û awazê wê ya Devrîm Demîr e jî da nasîn.    Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartinê bi çalakiyekê ragihand û strana hilbijartinê ya bi kurdî “Dîsa jin, dîsa jiyan” da naskirin. Gotin û awazê stranê ya hunermend Devrîm Demîr e û ji hêla Komîna Tevna Jinê ve hatiye gotin.    Gotinên strana hilbijartinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk wiha ne:    “Va ye em in, li vir in   Em ê bi jinê biguherîn in   Tovê azadiya xwe   Em ê bi destê xwe bireşîn in    ***   Bi tîrêjên roja pîroz    Şax dide li nav axa me   Hêvîyên siberoja me   Ronî dikin vê riya me hêy    ***    Va ye em in em jin in    Xwediyê fikrekî azad in    Bendê ku ava bûne    Li derdora xwe em radikin    ***   Em parêzvanên xwezayê ne   Xwediyê hilberînê ne   Avakerên jiyanê ne    Û dildarê vê dozê ne hêy   ***   Dîsa jin, dîsa jiyan    Dîsa jin, dîsa azadî    Belav dibe dengê me   Li heft parzemînên cîhanê    ***   Em ava dikin modêlek nû    Li dora rastiya jinê    Em davêjin tovê xwebûnê    Em şîn dikin hêviya hebûne hêy”