Jinên filistînî ji bo Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şandin 2023-04-02 12:49:44 ENQERE - Yekitiya Komîteyên Jinan ên Filistînê ji bo bernameya Beyannameya Hilbijartinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şand.    Yekitiya Komîteyên Jinan ên Filistînê ji bo bernameya Beyannameya Hilbijartinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şand.   Li ser navê Yekitiya Komîteyên Jinan a Filistînê, Abîre Ebû Huder vîdeoyek şand û wiha got: “Ji Filistana dagirkirî û ji peytexta bêdawî Qudsê; em hêviyên xwe yên piştevaniyê bo rêhevalên xwe yên jin û mêr ên Partiya Çep a Kesk dişînin ku rastî her cureyên zexta rejîma paşverû tên. Di heman demê de em têkoşîna Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li dijî hêzên faşîst û zextker jî pîroz dikin û piştevaniya xwe ya bi wan re dîsa dubare dikin. Dost û rêhevalên me yên hêja; we têkoşîna xwe ya biisrar a ji bo azadî û edaleta civakî nîşan da. Em hem ji bo konferansa we û hem jî ji bo hilbijartinê bo we serkeftinê dixwazin.”