Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan 2023-04-03 09:16:02 STENBOL - Siyasetmedara kurd Besîme Konca ku ji bo Partiya Çep a Kesk li Ewropayê xebatan dike diyar kir ku wê bi ruhê “Jin, jiyan, azadî” biçin ser sindoqan û azadiyê hilbijêrin.     Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku wê bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê, piştî vê biryarê xebatên hilbijartinê dest pê kirin. Bi aşkerekirina Beyannameya Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk re, li bajarên Tirkiye û Kurdistanê xebatên hilbijartinê hatine lezandin, li Ewropayê jî zêdeyî 3 mîlyon hilbijêr xwe amade dikin biçin ser sindoqan.    Siyasetmedara kurd Besîme Konca girîngiya hilbijartinên 14’ê gulanê bi taybetî jin ji bo gelan destnîşan kir û derbarê xebatên hilbijartinê yên Ewropayê agahî dan.    ‘DÊ HILBIJARTINEKE LI DIJÎ FERASETA DEWLETÊ YA YEKPEREST BE’   Konca diyar kir ku hilbijartinên 14’ê gulanê hilbijartinên dîrokî ne û anî ziman ku di vê hilbijartinê de wê gel li dijî feraseta yekperest, zayendîperest û mîlîtarîst daxwaza guhertinê bikin. Konca da zanîn ku bi taybetî di salên dawî de daxwazên jinan ên ji bo guhertinê gelekî zêde bûne û wiha got: “Feraseta yek zilamî ya sedsalî ya dewletê, bi taybetî kurd hemû cudatî tune hesibandin. Îro pêvajoyeke ku ev feraseta dewletê bi guherînê bê demokratîkkirin heye. Ji ber vê yekê, hilbijartin di heman demê de hilbijartineke guhertinê ye. Hem welat hem jî Ewropa dixwazin ev guhertin li Tirkiyeyê çêbibe.”   JI BO JIYANEKE AZAD…   Konca, anî ziman ku Partiya Çep a Kesk hêza pêşeng a guherînê ye û bi lêv kir ku ji bo hilbijêr li Ewroopayê biçin ser sindoqan xebatan dimeşînin. Konca diyar kir ku di van xebatan de jin pêşengin û têkildarî xebatan de ev tişt gotin: “Têkildarî hilbijartinan de nîqaş hatin kirin, sazî hatin avakirin û ji bo amadekariyan afiş hatin amadekirin. Tê tespîtkirin ku kîjan girse li ku dijî û çiqas qelebalix e. Dîsa ji bo van xebatan hem çapemenî hem jî medyaya dîjîtal bi awayekî aktif tê bikaranîn. Di 2’yê nîsanê de dema qeyda hilbijêran xelas. Mal bi mal tê gerîn, stant tên vekirin û ji bo çûna hilbijêran a ser sindoqan xebat tên kirin. Weke li Tirkiyeyê li vir jî mirov ji bo hilweşîna faşîzmê û pêkanîna ewlehiya hilbijartinê gelek hewl didin. Ji bo ku di sedsala duyemîn a Komarê de gel, bawerî, çand û bi taybetî jî jin azadtir bijîn welatiyên li Ewropayê bi taybetî jî jin di nava hewldaneke zêde de ne.”   ‘AZADIYA ABDULLAH OCALAN TÊ XWESTIN’    Konca, anî ziman ku jin di xebatên hilbijartinê de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî jî dixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka kurd di bingeheke azadîxwaziya demokratîk de çareser bibe têdikoşe. 25 sal in tê tecrîdkirin. Ji bo azadiya mutleq a Birêz Ocalan pêk were jin bi salan e têdikoşin. Di navbera daxwazên rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê û yên li vir de tu cudahî nîne.”   Konca, bal kişand ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe girînge ku Partiya Çep a Kesk teqez bi hejmareke zêde ya parlamenteran li Meclisê cih bigire û wiha lê zêde kir: “Li Tirkiyeyê niha feraseteke ‘Heke Erdogan biçe wê her tişt biguhere’ heye. Lewma divê em bêjin ku ev guhertineke rejîmê ye.  Partiya Çep a Kesk ji bo pêşketina 'Rêya Sêyemîn' û xeteke demokratîk li cihekî girîng disekine. Ji bo vê divê gelê kurd, jin, ciwan, girseyên ku têkoşîna çep û sosyalîst dimeşînin di hilbijartinan de li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek.”   Konca, bi lêv kir ku heke Tifaqa Cûmhûr serbikeve di serî de jin, pêvajoyeke zor li benda gelan e û wiha pê de çû: “Her kes dizane ku vê pergalê çiqas zirar daye jiyana jinan. Faşîzma AKP’ê û MHP’ê starta êrişên li dijî jinan bi derketina ji Peymana Stenbolê da destpêkirin. Niha jî bi têkiliyên HUDA-PAR û Partiya Yenîden Refahê re peyamê didin jinan. Li Îran û Afganistanê çi tê jiyîn, dixwazin vê li Tirkiyeyê jî pêk bînin. Bi vê hilbijartinê dixwazin polîtîkayên dijminê jinan e bikin qanûn. Tê xwestin ku îpotekê deynin ser hemû maf, azadî û nasnameya jinan.”    ‘DIVÊ PARTIYA ÇEP A KESK BÊ HILBIJARTIN’   Konca, anî ziman ku divê jin hemû fikrên xwe yên bîrdozî, netewî û olî deynin aliyekî li dijî vê hişmendiya paşverû bixebitin û bi lêv kir ku divê jin azadî, demokrasî û xelasiya jinan hilbijêrin. Konca, destnîşan kir ku divê jin di hilbijartinê de Partiya Çep a Kesk hilbijêrin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev pergala li ser dijminatiya jinan hatiye avakirin dikarin bisekinînin. Jinên li Îranê di kesayeta Jîna Emînî de li dijî pergala paşverû ya rejîma molayan bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li ber xwe didin. Em jî dê di pêvajoya hilbijartinê de ruhê ‘Jin jiyan azadî’ bixin meriyetê.”