Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin 2023-07-08 17:02:35   STENBOL - Hevdîtina jinan a di çarçoveya civînên gel ên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk de bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hat destnîşankirin ku li dijî tecrîdê têkoşîn bê kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk di çarçoveya civînên gel ên piştî hilbijartinan de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê civîna jinan hat lidarxistin. Rêveberên HDP’ê û gelek jin tev li civînê bûn. Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Çîçek Ariç axaftina destpêkê ya civînê kir.    Ariç bal kişand ser têkoşîna jinan a di hilbijartinê û piştî hilbijartinê de û got jin her tim çareseriyê li pêş dixin.    Piştî axaftina Ariç jinên beşdarî civînê bûn nirxandin û pêşniyaziyan kirin. Jinan diyar kir ku tevî hemû kêmasiyan jî dîsa rastiya gel a hêzdar li ser pêya ye.    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ    Jinan di nîqaş û nirxandinên civînê de bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û jinan destnîşan kir ku divê têkoşînek xurt li dijî tecrîdê bêk irin.