Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn 2023-07-09 10:43:50 WAN - Hevserokê Komîsyona Zarokan a Baroya Wanê Mûstafa Ozoral bal kişand ser zêdebûna hejmara zarokên têne zewicandin û anî ziman ku mekanîzmayên parastina zarokan nayên bikaranîn.    Avakarê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî cemaeta Îsmaîlaga Yûsûf Gumuşel keça xwe ya 6 salî bi Kadîr Îsteklî yê bi 29 salî re da zewicandin. Nîqaşên têkildarî bûyerê û mijarên weke “daxwaz" û “efû” yê berdewam dikin. Herî dawî Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan (YRP) ku bi AKP'ê re tifaq çêkiribû anî ziman ku zarokên 15 salî dikarin bizewicin. Li gorî rapora Parlamentera Partiya Gel a Komarê (CHP) a Stenbolê Gamze Akkuş Îlgezdî hejmara zarokên temenê wan di bin 19 saliyê de eşkere kiribû û diyar kiribû ku di serdema AKP'ê de vê hejmarê 2 milyon derbas kiriye. Di nava 22 salên îktîdara AKP'ê de zarokên ji 15 saliyê biçûktir herî kêm 21 hezar û 87 caran ducanî bûn û zarok anîn. Li gorî raporê di navbera salên 2012 û 2021’an de der barê 129 hezar zarokan de biryara ‘dikare bizewice’ hate dayîn. Di raporê de hat gotin ku di 22 salên derbasbûyî de hejmara dûcanîbûna zarokên ji 19 saliyê biçûktir, derket 2 milyon û 88 hezar û 925’an.    Hevserokê Komîsyana Zarokan a Baroya Wanê Mûstafa Ozoral têkildarî rewşa zarokên di temenê biçûk de têne zewicandin axivî.     BERPIRSYARIYÊN DEWLETÊ   Ozoral bi bîr xist ku tu bingeha zagonî ya zewicandina zarokan nîne, 18 salî jî ji bo zewacê têr nake û wiha got: “Zewaca zû heye û zewicandina zarok a bi zorê heye. Ne pêkan e ku li Tirkiyeyê temenê zewacê bikeve 15’an. Di zewacên zarokan de berpirsyar dewlet e. Peymanên navneteweyî hene, divê dewlet li gorî berpirsyariya xwe tevbigere. Heke dewlet li gorî zagonan tevbigere, dikare rê li ber van zewacan bigire."     ‘EFÛ RÊ DIDE ZEWICANDINA ZAROKAN'   Bi domdarî Ozoral bal kişand ser nîqaşên efûya kesên bi zarokan re “dizewicin” û wiha domand: "Divê ev yek weke zagona cezayê bê nirxandin. Li zagonan de madeyeke sûc a ‘Destdirêjiya kesa nebalix’ heye. Li gorî vê zagonê, kesê bi zarok re dikeve têkiliyê cezayeke kêm distîne. Ger ku zarok bêje daxwaza min tune bû, kesê destdirêjiyê dike dikeve hepsê. Mixabin nêzîkatiya ku ‘êdî em nikarin tiştekê bikin, em çawa xwe ji vê rewşê rizgar bikin, ger em aliyê hember ceza bikin dê zaroka me mexdûr bibe’ heye. Ev yek jî pêşî li helwesta ‘tiştek nabe’ vedike û rê li ber zewicandina zarokan vedike."   ‘MEKANÎZMAYÊN ZAROKAN DIPARÊZIN KARÎGER NAKIN'   Di berdewamê de Ozoral bal kişand ser zarokên di 15 saliya xwe de tên zewicandin û parastina wan a ji hêla hiqûqî ve û ev nirxandin kir: "Dema ku zarok bi rewşeke wiha re rûbirû dimîne, gelo dikare xwe bigihîne mekanîzmayên parastinê yan na? Di vir de berpirsyarî dikeve ser milê Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî û hêzên ewlekariyê. Hemû helwestên zayendî yên li dijî zarokan, îstîsmar e. Li gorî qanûnê têkildarî zarokên di bin 15 saliyê de, heke zarok bibêje 'daxwaza min heye’ jî tişta hatiye kirin îstîsmar e."     BANGA SERLÊDANÊ   Ozoral da zanîn ku li hemberî zewicandina bi darê zorê û destdirêjiyê du rê hene û axaftina xwe wiha qedand: "Ev dê bi zagonan pêk bên. Zagon bi dû şêwaza pêk tên: an ji bo pêşketina civakê şert û mercên nû ava dike ku bi vê şêwazê sepanên berê nayên meşandin. Ji ber wê zagonên nû tên çêkirin. Wekî din ji bo pêşî li nebaşiyan bê girtin, meclis zagonan derdixe û bi cezayên di wan zagonan de jî pêşiya sûc digire. Li gel vê jî ev yek li ser civakê tên ferzkirin. Divê ev rewşe ji civakê re baş bê vegotin û bûyerên bi vî rengî neyên veşartin. Heya ku civak neyê vê astê dê zewacên bi vî rengî pêk bên û dê destdirêjî berdewam bikin. Mixabin destdirêjî heye û komîsyona me jî ji bo van mijaran bi dildarî dixebite. Kes bila xwe nede paş û serlêdanan bikin."   MA / Berîvan Kûtlû