DÊRIK - Jinên Bakurê Sûriye dê di 12 û 13’ê Çile de konferansa Jîneolojî li dar bixin. Amadekariyên konferansê bi dawî bûn.
1’emîn Konferansa Jîneolojî dê bi pêşengtiya jinên Bakurê Sûriyeyê di 12 û 13’ê Çileyê dê bê lidarxistin. Dê ji bajarên Helep, Şehba, Efrîn, Reqqa, Tebqa, Eyn Îsa, Minbiç, Kobanê, Grê Spî, Serêkaniyê û Hesekê yên Bakurê Sûriyeyê 200 delege beşdarî konferansê bibin. Jinên ji bawerî û gelên cuda yên Erep, Sûryanî, Ermenî, Çeçen û Tirkmen jî dê beşdarî konferansê bibin. Ji neteweyên cuda jinên enternasyonal jî dê beşdarî konferansê bibin.
Endama Akademiya Jîneolojiyê Zîlan Su derbarê konferansê de agahî dan û wiha axivî: “Hemû amadekariyên konferansê bi dawî bûn. Em armanc dikin ku hevpareke jinan a dewlemend beşdarî konferansê bikin. Em hedef dikin ku bi konferansa Jîneolojiyê li Bakurê Sûriyeyê mekanîzmayekê ava bikin. Em ê konferansa xwe diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Doga û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin û hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bikin”