ENQERE - Parêzerê Komkujiya Prîsê Jean-Louis Malterre, bibîr xist ku malbatan ji ber şewba Covîd-19'ê di Adara 2020'an de nikaribûne îfadeyê bidin û got: "Lê di demên dawî de lêpirsîn cardin dest pê kirin û em bi hêvî ne ku di baharê de geşedanên nû rû bidin."
Li paytexta Fransa Parîsê, tevî yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) bi sûîqastekê hatibûn kuştin. Di ser kuştina her s siyasetmedarên kurd re 8 sal derbas bûn. Piştî komkujiyê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Çendî ku Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Manûel Valls gotibû "nayê qebûlkirin" û soz dabû ku dê berpirsiyar bên darizandin jî, lê belê derbarê dosyeyê de biryara "veşarî" hatibû dayîn. Paşê tetîkkêş hatibû girtin û demeke dirêj nehatibû dadgehkirin û dû re jî li girtîgehê miribû. Ev yek kir ku di dosyeyê de tu pêşketin rû nedin.
MÎTÊ ÎNKAR KIR
Piştî komkujiyê bi 8 rojan tekane bersûcê bûyer Omer Guney hatibû girtin û paşê hin agahî belav bûbûn. Wê demê derketibû holê ku MÎT hem li Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêkirine hem jî plana sûîqastê kiriye. MÎT'ê di sala 2013'an de daxuyanî dabû ku tu eleqeya saziya wan bi "cinayeta Parîsê" re tuneye. Lê belê paşê têkiliya Guney û MÎT'ê aşkere bûbû.
JI DANIŞÎNÊ RE 37 ROJ MABÛN...
Danişîna ewil a dozê dê 23'yê Çileya 2017'an de bihata lidarxistin. Lê berî danişînê bi 37 rojan, 17'ê Kanûna 2016'an, hatibû ragihandin ku Guney li girtîgehê miriye. Piştî mirina bersûc Guney, dosyeya dozê jî betal bûbû.
DANIŞÎN CARDIN DEST PÊ KIR
Piştî îtiraza parêzerên dozê û malbatan, derbarê rola MÎT'ê ya di cinayetê de di Nîsana 2017'an de lêpirsînek nû dest pê kiribû.
MIKURHATINA ENDAMÊN MÎT'Ê
PKK'ê di 4'ê Tebaxê de li Herêma Kurdistana Federe operasyonek taybet lidarxistibû. Di operasyonê de berpirsiyarên MÎT'ê Erhan Pekçetîn û Aydin Guney hatibûn zevtkirin. Ev her du kes di îfadeyên xwe de, ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hatibûn parvekirin, derbarê bûyerê de gelek agahî dabûn. Her du endamên MÎT'ê, di îfadeyên xwe de gotibûn, tetîkkêşê Komkujiya Parîsê Omer Guney, gelek caran çûye Tirkiyeyê û bilêtên wî ji acenteya girêdayî MÎT'ê hatine stendin. Endamên MÎT'ê di îfadeyên xwe de hiyerarşya fermana înfazê jî wiha rêz kiribûn: Serokê EBF (Fealiyetên Etnîk-Parçeker) ê Derveyî Welêt Ûgûr Kaan Ayik, Midûrê Şaxa Operasyonê ya wê daîreyê Ogûz Yuret, elemanê şaxê yê operasyonê Ayhan Oran plansazê komkujiyê Sabahattîn Asal.
DOSYE WEKÎ BERÊ YE
Parêzerê dosyeyê Jean-Louis Malterre, di 8'emîn salvegera komkujiyê de bi ajansa me re axivî. Malterre, diyar kir ku derbarê lêpirsînê de di dest wan de tu geşedan û agahiyên nû tune ne û lêpirsînê wekî xwe yê berê ye. Malterre, anî ziman ku nizanin piştî îfadeya her du endamên MÎT'ê çi li dosyeyê hatiye zêdekirin û got: "Dadgeran heya niha karê xwe bi wijdanî kirin. Ev jî kir ku di doza ewil de li ser berpirsiyariya MÎT'ê ya di vê komkujiyê de bê sekinandin."
HELWESTA HIKÛMETA FRANSAYÊ
Malterre, hikûmeta Fransayê jî rexne kir ku çima lêpirsîneke çalak nake: "Hikûmeta Fransayê di doza ewil de li dijî serbestîbûna parastinê ya dadgerê lêpirsînê tevgeriya û biryara veşarî danî ser dosyeyê. Lewma em nikarin ji bo wijdanê hikûmeta Fransayê heman tiştî bibêjin. Baş tê bîra min, beriya komkujiyê 15 salan rayedarên hikûmeta Fransayê û rayedarên tirk derbarê mîlîtanên kurd de tevkarî dikirin. Ev cihê şermê ye. Mesela, pirsên ku dadgerê lêpirsînê dişandin, bêyî ku li benda pirsên rayedarên tirk bê sekinandin û bêyî ku pêvajoya îstinabê ya dosyeyê temam bibe, hikum dihatin danîn. Her wiha hikûmeta Fransayê daxwazên malbatan jî qet qebûl nekir."
Malterre, destnîşan kir ku helber rojekê wê biryara veşarî betal bibe û got: "Ji ber guherîna teknîkên lêpirsînê, ez werê hêvî dikim em ê xwe bigihînin qeydên telefonan ên di lêpirsîna ewil de. Em dixwazin dozger, tevî hevpîşeyên xwe yên ewropayî bixebitin."
'GEŞEDANÊN NÛ'
Malterre got: "Wekî tê zanîn dadgerê lêpirsînê yê berpirsiyarê giliyê, hewl dida malbat di Adara 2020'an de werin îfadeyê bidin. Lê belê ji ber şewba Covîd-19'ê çênebû. Lê belê di demên dawî de lêpirsîn cardin dest pê kirine û em li bendê ne ku di biharê de hin tiştên nû biqewimin. Lê belê ev ne agahiyek teqezbûyî ye."
BI ZANEBÛNÎ HEDEF HATIN GIRTIN
Berdevka Karên Derve ya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) Berîvan Firat, anî ziman ku dihat zanîn ku tetîkkêş Guney nexweş e, lê belê cardin jî nehatiye dadgehkirin û got: "Fransayê, ronîkirina vê cinayetê kir qurbana berjewndiyên xwe yên siyasî."
Firat, destnîşan kir ku siyasetmedarên jin bi zanebûnî hedef hatine girtin û got: "Nexasim bi hedefgirtina yek ji damezrînerê tevgera azadiyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan a ku di dîplomasiya Ewropayê de pir çalak bû û Leyla Şaylemez a ku pêşenga tevgera ciwanan bû, xwestin peyama 'tişta ku em bixwazin em dikarin li her derî bikin' bidin. Lê belê piştî komkujiyê bi rojekê bi sedhezaran Kurdistanî, şoreşger û demokrat daketin kuçeyên Parîsê û peyama em ê dev ji têkoşînê bernedin dan."
BANG LI HIKÛMETA FRANSAYÊ KIR
Firat, destnîşan kir ku derbarê têkiliya MÎT'ê û cinayetê de delîlên berbiçav hene, lê hikûmeta Fransayê hîn jî cinayetê zelal nake. Firat, anî ziman ku ev helwesta hikûmeta Fransayê nayê qebûlkirin û got: "Em bang li hikûmeta Fransayê dikin ku cinayetê zelal bike û wê neke qurbana berjewendiyên xwe yên siyasî."
MA / Berîvan Altan