Jinên penaber ji saziyên fermî bawer nakin

  • jin
  • 09:00 11 Çile 2021
  • |
img

AMED - Jinên Sûriyeyê bûne mexdûrên herî mezin ên şer, ligel xizantî û cihêkariyê rastî tundiya zayendî ya herî giran tên. Jinên penaber bi hizir û fikra ku saziyên fermî wê wan li dijî êrîşên tacîz, tecawîz û tundiyê neparêzin, gilî nakin. 

Hejmara mirovên ji ber rageşiyên hûndir, şer û pirsgirêkên aboriyê yên welatên xwe, dikevin rewşa penabertiyê her roja diçe zêdetir dibe. Ev rewş li ber çavê tevahiya cîhanê tê jiyîn û her kes li hemberî vê trajediyê bêdenge. Li gorî danayên Rêxistina Koçberan a Navneteweyî ya sala 2020’an, di nava salekê de, 3 hezar û 174 koçberên bêserûber jiyana xwe ji dest dan. Rêxistin, di heman demê de, diyar dike ku ji ber “Qezayên keştiyan ên ne fermî” ev hejmar zêdetire. 
 
Hin penaber ji bo jiyaneke hîn baştir û xweştir berê xwe didin welatên Ewropayê. Lê hejmara penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn û ji bo demekê tên parastin, ji 16’ê Kanûna 2020’an ve derket 3 mîlyon, 639 hezar û 572 kesan. 
 
LI AMED’Ê 23 HEZAR Û 400 PENABER HENE
 
Ji van peşanber 2 mîlyon 579 hezar û 941 ji zarok û jinên penaber pêk tê. Li gorî danayên Îdareya Koç a Wezareta Karê Hûndir ên 23’yê Kanûna 2020’an, ji vê hejmara 23 hezar û 400 penaber tenê li Amedê dijîn. Nifûsa 1.33 a bajarê Amedê, ji penaberên sûriyeyî pêk tê. Piraniya penaberên sûriyeyî li hin taxên navçeyên Rezan û Sûrê yên Amedê dijîn. Xizantî û cihêkariya li dijî van penaberan dewam dike. Herî zêde jî, jinên penaber rastî van cihêkariyan.
 
Jinên penaber ên rastî van êrîşên cihêkar, tacîz, tecawîz û tundiyê tên, naçin saziyên fermî û gilî nakin.
 
JIN BI TUNDIYÊ RE RÛBIRÛ NE 
 
Li gorî danayên Baroya Amedê, di sala 2019’an de, 46 penaberên sûriyeyî ji ber sedemên cuda serî li yekîneya alîkariyê ya edlî ya baroyê dan. Ji van 46 penaberan 26 jê jin bûn. Jinên penaber herî zêde, ji ber sedemên tundî, tacîz, tacawîz, ragirtin û hevberdanê serî li baroyê dan. Di sala 2020’an de jî, bi giştî 18 sûriyeyiyan serî li yekîneya alîkariya edlî dan û ji van 18 kesan jî 14 jê jin bûn. Sedema serlêdanên jinan, di sala 2020’an de jî, eynî bûn. 
 
JIYANA LI WELATÊN BIYANÎ
 
Piraniya jinên penaber ên li Amedê dijîn, li mal, kolan û kargehan rastî tundiya zayendî tên. Ligel ku agahiya van jinan ji sazî û dezgehên fermî heye jî, naçin van saziyan gilî û serlêdan nakin. Ji bo gilîkirinê yan du dilin an jî qet nakin.
  
Jina 47 salî M.A. ya ji ber şerê Sûriyeyê ket ser rêyên koçberiyê û neçar ma ku li Amedê bi cih bibe, yek ji wan jinane ku bi van pirsgirêkan re rûbirû dimîne. M. A. ya ku bi hevjîn û 3 zarokên xwe ewil diçe Şamê, ji derbasî Lubnanê û dûre tê Tirkiyeyê, bi malbata xwe re li Taxa Şehîtlikê ya navçeya Peyasê ya Amedê bi cih dibe. M.A. 7 salin li Amedê dijî û ji bo mala xwe ya lê dijîn nirxandina “Tu kuçik lê girê bidî, wê nekare lê bisekine” dike. 
 
Piştî demekê hevjînê M.A. beşeke bedena wî felç dibe û nikare bixebite. Ji ber vê hemû berpirsiyartiya malê dikeve ser milê jina penaber M.A. yê. M.A. ji bo ku derbara xwe bike, her karî dike û gelek caran karê ji hêza xwe girantir jî dike. Piştî van karan mil û çongên M.A.yê diêşin û êdî nikare mîna berê bixebite. 
 
TRAWMAYA BI ZAROKAN RÛ DA 
 
M.A., anî ziman ku ew bi malbata xwe re gelek caran rastî cihêkariyê hatin û wiha behsa bandora bûyerên jiyan kir: “Berî ku dibistanên ji bo sûriyeyiyan bên vekirin, kurê min diçû dibistaneke heyî. Zarokekê di temenê wî de, bi ser de mîz dike. Ji ber vê kurê min dest ji dibistanê berda û nexwest biçe dibistanê. Dîsa, keça min di dema kamiliyê de ye û ji dûr ve perwerdê dibîne. Hevalekê wê ji dixwaze ku bi kameraya telefonê nava malê nîşanî wê bide. Dema keça min vê yekê dike, ew hevala wê henekê xwe pê dike. Ev jî bo sedem ku keça min pir xemgîn bibe. Ev demek dirêje bi me re na axive.”  
 
GOTINÊN ZAYENDPARÊZ 
 
M.A., diyar kir ku malbata ku ji bo karên rojane çûye cem timik wî di “testa diziyê” re derbas kiriye û wiha got: “Min mala malbatekî paqij dikir. Timik zêrên xwe datanîn odeyê û min test dikirin. Ev çend caran dubare bû. Ez aciz bûm û ji wan re got ku ez ne dizim û ji kar veqetiyam. Min nedihişt zarokên min derkevin kuçeyê. Ne ez ne jî zarokên min heta em neçar nebin dernakevin. Beriya şewbê em kêm caran diçûn parqê. Êdî em naçin parqê jî.  Kuçe ji bo min û zarokên min ne ewle ne. Bi taybetî jî zilam gotinên zayendperest dibêjin.”
 
FIKARA HEVPAR
 
M.A. bi lêv kir ku li seranserê dinyayê li hemberî jinê cihêkarî heye û ev cihêkarî di pêvajoyên şeran de hê zêdetir kûr dibe û ev tişt anî ziman: “Dema ku diçim dikanekê û dixwazin tiştên ku binerim, xebatkar amûran ji destê min digirin û min diqewirînin. Weke parsekan nêzî me dibib. Ez ji nêzikbûna zilaman a li hemberî sûriyeyiyan aciz im. Timik me tacîz dikin. Ji ber ku ji me bawer nakin tenê em wê kêliyê bertek nîşanî zilam didin.”
 
JI MALÊ DERNAKEVIN
 
E.H. ku beriya 4 salan ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rôjhilatê Sûriyeyê koçber bûye jî hê 20 salî ye. E.H. li taxa Dîclekentê ya navçeya Peyasê bi 3 malbatan re lê heman malê dimîne. E.H. diyar kir ku cihêkariya li hemberî wan neguheriye û wiha got: “Hin caran dema ku me li parqan dibînin pirsên acizker dipirsin. Ji ber vê rewşê em pir naxwazin derkevin derve. Em bi esnafan re bi kurdî diaxivin. Ew jî timik dipirsin ku em ji kuderê ne? Hin caran em dibêjin em mêrdînî ne. Lewre bi çavekî cuda li sûriyeyiyan dinêrin. Difikirin ku em ê bi wan re rakevin. Ji ber van bûyeran em naxwazin li cihekî bixebitin. Ditirsin.” 
 
XWE NAGIHÎNIN PARASTINA BI BANDOR 
 
H.A. ku bi E.H. re li heman malê dijî jî hewld dide perwerdeya xwe ya li Sûriyeyê nîvco hiştiye temam bike. H.A. ku li Beşa Mamostetiya Îngilîzî ya Zanîngeha Karabukê lisansa bilind dike 31 salî ye. H.A. li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi xizmekî xwe re zewiciye û li Amedê bi cih bûye. H.A. 10 sal in li Amedê dijî û 3 zarokên wê hene. H.A. destnîşan kir ku hevjînê wê gelek caran wê hişyar kiriye ku xwe weke sûriyeyî neda nasîn û ev tişt anîn ziman: “Weke ku gurur bi me re tunebe li me dinêrin. Gelek caran heqaret li me dikin. Ez bi wan re şer dikim. Ez destûr nadim demeke dirêj li min binêrin. Ji ber ku sûriyeyî ditirsin serî li saziyên fermî nadin.”
 
KÊMASIYA QADA CIVAKΠ
 
Rêvebera Plansaziya Xebatên Jinan a Komeleya Qada Ciwan a Lotûsê (LOGAD) ku li ser jiyana jin û zarokên penaber xebat dike Fatma Gundogdû, pirsgirêkên ku bi rêya hevdîtinên bi penaberan re kirine derxistine holê wiha rêz kir: Ziman, serlênedana saziyên fermî û gotinên zayendperest.
 
Gundogdû, diyar kir ku di atolyeyên ku bi jinên sûriyeyî re dikin de  zayendiya civakî, mafê mirovan, tenduristiyê welidînê û têkiliyên zarok û dê û bavan nîqaş dikin û ev tişt gotin: “Jinên penaber ji kuçeyan baş sûd wernagirin. Ji ber vê jî bi awayekî micid pirsgirêka qada civakî dijîn. Dema dertên deve jî timik bi gotinên “sûriyeyî” û “jina sûriyeyî” bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin. Di bin van gotinan de nêzikbûna zayendperest heye. Me çavdêrî kir ku li Amedê nîjadperestî tuneye lê nêzikbûneke zayendperst li hemberî jinên penaber ên suriyeyî heye. Nêzikbûna zilam a li hemberî jinên diyar e. Nêzikbûna cihêkar a  di civakê de wêrekiyê dide zilaman.”
 
PIRSGIRÊKA ZIMAN
 
Gundogdû, da zanîn ku xwe gihandina qereqol, edliye û nexweşxaneyê de jinên penaber pirsgirêkan dijîn û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Jineke penaber dema ku pirsgirêkek dijî, nikare biçe derdê xwe bibêje. Pirsgirêka ziman dijî. Difikire ku wê kes piştigiriya wê neke. Lewre pirî caran ditirsin ku bên dersînorkirin. Li cihê ku diçinê xwe di bin zextê de hîs dikin. Jinên ku me bi wan re hevdîtin kir yek ji wan xwe aîdê vir hîs nake û dixwazin biçin.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel