STENBOL - Jinên Kedkar, wê di sempozyûma "Niha dema azadiya jinan e" de behsa jinên ku di şoreşan de cih girtine bikin.
Jinên Kedkar (EKA), wê di sempozyûma "Niha dema azadiya jinan e" de behsa jinên ku di şoreşan de cih girtine bikin. Wê sempozyûm di 25'ê Sibatê de li Beyoglûya Stenbolê li Eywana Civînê ya Cezayîrê bê lidarxistin. EKA, ji bo sempozyûmê bang li her kesî kir ku tev li vê sempozyûmê bibin.
Wê sempozyûm di Onsuz TV'yê de, li ser Facebook û Twitterê de, saet di navbera 12.00-18.00'an de bi awayekî zindî bê weşandin. Bernameya sempozyûmê wiha ye:
*Ji Dema Komuna Parîsê Heta Niha Şoreş û Jin
Sibel Ozbudun/Akademîsyen, nivîskar
Fatma Yildirim/ EKA
*Jinên Komunîst Di Şoreşa Cotmehê de Çawa Tevgeriyan?
Clara Zetkin, Rosa Luksemburg, Nadejda Krupskaya, Aleksandra Kollontay
Nurten Karahanci/EKA
Parêzer Seher Dursun-Koma Xebatê ya Kolektîfê
*Şoreşa Cotmehê û Huner
Lutfiye Bozdag/Akademîsyen
Songul Yucel/ Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsozê
*Utopyayên Jin Dixwazin Di Cîhaneke Çawa De Bijîn?
Berrin Taş /Kovara Însancilê
Sena Şat /Kovara Ayişigiyê