MÊRSÎN - Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê, daxuyanî da û diyar kir ku dê bi şîara “Wisan naçe, yan azadî yan azadî” di 8’ê Adarê de bi laçikên xwe li qadan bin.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê, pernameya xwe ya çalakiyan a bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê raya giştî re eşkere kir. Meclîsa Jinan li avahiya partiyê civîna çapemeniyê pêk anî û li ser navê meclîsê Rêvebera HDP’a bajêr Sevgî Aktaş axivî û bal kişand ser wate û girîngiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê. Aktaş, da zanîn ku ji bo wekhevî, edalet, azadî, ked, aştî û piştevaniyê li her dera cîhanê jin dengên xwe bilind dikin û wiha got: “8’ê AdarÊ roja têkoşîn, berxwedan, îsyan û piştevaniya jinê ye. Di heman demê roja serî rakirin jinê ya li dijî pergala zalimaneye.”
Aktaş, destnîşan kir ku heya ku jin hebin, dê têkoşîna jiyana azad berdewam bike û wiha got: “Em ê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi şîara ‘Wisan naçe, yan azad yan azad’ û bi laçikên sipî yên sembola aştiyê ne li qadan bin.”
Çalakiyên 8’ê Adarê yên Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrsînê wihane:
*Dê di 1’ê Adarê roja Pençşemê saat di 13.30’an de ji bo girtiyên jin kartan bişînin,
* Êm ê di 2’yê Adarê roja Înê saat di 06.00’an de xebatkarên jin ên Hal a Mêrsînê ziyaret bikin.
* Em ê di 3’yê Adarê roja Şemiyê saat di 14.00’an de pêşangeha wêneyan û şahiyekê li Platforma Jinan û Parka Ozgur Çocuk pêk bînin.
* Em ê di 8’ê Adarê roja Sêşembê jî, ji ber platin heya Qeda Aştiyê meşa bi şev lidar bixin.