Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê

  • jin
  • 12:36 7 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - Jina bi navê Kubra Y. ji qata 4’an a avahiya lê dijiya, bi awayekî guman kete xwarê. Malbata Y., diyar kir ku Mehmet Alî Yurt keça wan ji avahî avêtiye xwarê û gef li şahidan tên xwarin. 

 
Kubra Y. (22), di 4’ê tîrmehê de li navçeya Sûr a Amedê ji qata 4'an a avahiyê lê dijî bi awayekî guman kete xwarê. Hat îdiakirin ku Kubra Y. hewl daye “întîhar” bike û bi giranî birîndar bû.Tedawiya Kubra Y. a li nexweşxaneyê didome û hat zanîn ku îxtîmal heye ku felc bibe. 
 
XWEST QETIL BIKE
 
Demekî kin piştî bûyerê, malbata Kubra Y. giliyê Mehmet Alî Yurt kir ku bi keça wan re hev berda bûn. Di gilînameya malbatê de dîmenên kêliya piştî ketina Kubra Y. jî hebûn. Demekî kin piştî bûyerê xizmên Kubra Y. hatin cihê bûyerê û dîmen kişandin. Di dîmenan de Kubra Y. dibêje ku Mehmet Alî Yurt ew avêtiye xwarê. Di dîmenan de Kubra Y. daxwaza alîkariyê dike û dibêje ku bi 3 zarokên wê gef lê hatiye xwarin. 
 
Me têkildarî rewşa Kubra Y. û gilînameyê de bi malbatê re hevdîtin kir. Malbatê got ku ji bo aqûbeta lêpirsînê naxwazin dîmenan parve bikin. Malbatê, îdiayên “întîharê” red kir û diyar kir ku Mehmet Alî Yurt keça wan ji avahî avêtiye xwarê. Malbat dibêje ku di dîmenên piştî bûyerê de Kubra Y. jî vê rewşê piştrast dike. 
 
AGAHIYÊN MALBATÊ PARVE KIRIN
 
Li gorî agahiyên me ji malbatê girtine; Kubra Y. û Mehmet Alî Yurt ev 5 sal bûn zewicî bûn. Ji ber tundiya lê dihat kirin, Kubra Y. demekî kin berê dev ji Mehmet Alî Yurt berda. Welayeta 3 zarokan jî dan Alî Yurt û îcar jî gefa her 3 zarokan li Kubra Y. hate xwarin. Kubra Y. ji bo zarokên xwe, neçar hat hiştin ku bi Mehmet Alî Yurt re mehra olî bibire. Tundiya li dijî Kubra Y. berdewam kir û ji bo zarokên xwe bîne cem malbata xwe û welayeta wan bigire, doz vekir. Roja ku dê ji bo doza welayetê biçûya dadgehê, di qata 4’an a mala lê dijiya bi awayekî guman kete xwarê. 
 
BAVÊ KUBRA Y.: KEÇA MIN AVÊTIN XWARÊ
 
Bavê Kubra Y. ê bi navê E.Y. têkildarî rewşa keça xwe bi ajansa me re axivî û ev agahî dan: “Ji roja keça min zewicî heta niha her tim tundî lê hat kirin. Demekî kin beriya bûyerê ez bi keça xwe re axivîm. Saet di 08.30’an de bi keça xwe re axivîm û got ku dê ji bo welayetê biçe dadgehê. Min jê re got ku çawa ji dadgehê derdikevî xeberê bide min. Dê min jê re bilêt bikira û bianiya malê. Wê rojê keça min ji cîranan re dibêje; ‘ji we rica dikim dema we dengek bihîst werin cem min.’ Piştre jî keça min ji malê derdikeve. Hevjîn û xezûrê wê jî li pey wê diçin. Dengek tê û ji ber ku jina cîran kal e, heta digihije wê derê ew keça min diavêjin xwarê. Piştre jî dayika Alî Yurt tê malê û zarokan dibe. Ambulans tê cihê bûyerê û di deriyê ambulansê de ji keça min re dibêje; ‘heke tu navê me bidî em ê zarokên te bikujin.’ Van gefan dixwin. Keça min niha li beşa venihêrîna awarte dimîne.”
 
GEF LI ŞAHIDÊN BÛYERÊ XWARIN
 
Bav E.Y. da zanîn ku piştî bûyerê zext li neviya wî ya 5 salî hatiye kirin ku bibêje “dayika min xwe avêt xwarê” û wiha pê de çû: “Hewl didin weke ku întîhar kiribe nîşan bidin. Xuyaye ku keça min beriya bikeve hewl da bi cihekî bigire. Cilên wî diriyayî bûn. Hewl dide ku nekeve. Li ser pişta xwe dikeve. Heke xwe biavêje nikare wiha bikeve. Şahidên bûyerê hene. Heta hinek dibêjin ku piştî dikeve erdê, tên ser serê wê û pêhnan lê didin. Lê ne îfadeyên van şahidan lê li yên zarokekî tê guhdarîkirin. Cîran jî îfadeyê nadin ji ber ku ji wê malbatê ditirsin. Malbat, gefa kuştinê li her kesî dixwe. Polîs jî tiştekî nakin.” 
 
BANG LI JINAN KIR
 
E.Y. got ku dê dev ji vê bûyerê bernedin û ev tişt anî ziman: “Bila saziyên jinan li cem me bin. Xelasiya keça min jî bi tena serê xwe mucîzeyeke. Edalet tune ye. Dadger û dozgeran ev faîl çawa berdan? Ev zilam çawa wiha bi rehetî li derve digere?” 
 
TEVÎ GILIYAN JÎ... 
 
Apê Kubra Y. ê bi navê E.A. jî destnîşan kir ku beriya niha jî ji bo kuştina biraziya wî hewldan hatine kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Hevjînê wê ev çendek meh bûn ji ber tiryakê di girtîgehê de bû. Ji bo hevberdanê diçe dadgehê û li ser laşê wê şopên derbkirinê hene. Gelek caran serlêdan kir lê tiştek nehate kirin. Di sala dawî de jî ev tundî zêde bû. Em dixwazin ev kes ji hêla hiqûqî ve were cezakirin. Bila êdî ji vê rewşê re bibêjin ‘bes e.’ Heke bûyer li rojavayê welêt bûye dê dengê xwe bikirana. Dema li Amedê çêdibe çima wiha bêdeng in? Qanûn heman qanûn in. Bila ev bûyerên li dijî jinan bi dawî bibin.” 
 
MA / Eylem Akdag