Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’

  • jin
  • 10:27 19 Hezîran 2024
  • |
img

STENBOL - Endama OGK’ê Hîvda Selen diyar kir ku ji ber vîrûsa HPV’ê salê 2 hezar jin dimirin û ew xwe ji bo kampanya “Derzîkirina HPV’ê ya belaş maf e, em dixwazin” amade dikin. 

HPV vîrusek e ku ji yek cure zêdetir heye û hin celeb di jinan de dibin sedema gelek nexweşiyan, di nav de kansera malzarokê jî heye. Nexweşiyên ku ji ber vîrûsa HPV çêdibin, bi derzîkirinê ango aşîkirinê dikare pêşî lê were girtin. Derzîkirina HPV’ê ku li gelek welatan di bernameya "derzîkirina neteweyî" de cih digire, li Tirkiyeyê bi buhayên gelekî giran tê peydakirin.
 
Jinên Ciwan ên Azad (OGK) ku balê dikişîne ser nexweşiyên jinan, bi dirûşma "Aşiya HPV'ê ya belaş maf e, em dixwazin" kampanyaya îmzeyan a ji bo derzîkirina HPV'ê bêpere û bi dest bixin, dê bidin destpêkirin. Endama OGK'ê Hîvda Selen der barê girîngiya derziya HPV'ê ya ji bo jinan û kampanyayê de axivî. 
 
Hîvda Selen diyar kir ku derzîkirina HPV’ê dema ku ji 9 saliya xwe pê ve li keç û xortan tê kirin parastî ye û diyar kir ku derzîkirina li Tirkiyeyê bi pere tê dayîn. Selen sedema vê yekê jî wek “cinsiyetperestî” nirxand û wiha got: “Çimkî feraseteke ku ji jiyana jinan girîng nabîne û jiyana wan nake xem heye. Sepanek ku mirina jinan li ber çavan dibîne heye. Her wiha polîtîkayek tenduristiyê ya ku jinan piştguh dike heye.” 
 
DI SALEKÎ DE DU HEZAR JIN DIMIRIN 
 
Selen bal kişand ku li Tirkiyeyê her sal bi qasî 2 hezar jin ji ber pençeşêra malzarokê dimirin û wiha got: “Ev 2 sal in ku Fahrettîn Koca soz dide ku wê derzîkirina HPV’ê bêpere be û di van 2 salan de bi giştî 4 hezar jin ji pençeşêra malzarokê mirin. Di heman demê de, bi dayîna vê sozê re wan derzîkirina HPV’ê li şûna ku bê belaşkirin zem lê hat kirin û biha kirin.” 
 
Selen der barê kampanyaya ku dane destpêkirinê de agahî da û diyar kir ku di merhaleya ewil de derziya HPV’ê mafek e û heta çi radeyê pêşîlêgirtinê dike. Selen got: “Derzîkirina HPV’ê di sala 2006’an de hat Tirkiyeyê, hejmara jinên ku pê dizanin pir kêm e. Berî her tiştî em rave dikin ku ev mafek e û divê bêpere be. Di heman demê de em dixwazin ji kampusan heta kolanan kampanyaya îmzeyan bidin destpêkirin û jin li gel me daxwaza mafên xwe bikin û bibêjin 'Vî mafî bidin me' û van daxwazan bigihînin Wezareta Tenduristiyê."
 
BANG LI JINAN KIR 
 
Selen destnîşan kir ku derzîkirina HPV’ê hewcedarî-pêdiviyek jiyanî ye û got divê ew jin bên cem hev û bikevin pey mafên xwe û xwest her jinek tev li xebat û kampanya wan bibe.