Li Geverê jinek hat kuştin

  • jin
  • 15:50 20 Hezîran 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Li navçeya Geverê Mehmet Ûzûn, Fatma Bezelê bi çekê qetil kir. 
 
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Mehmet Ûzûn, Fatma Bezel a 24 salî bi çekê qetil kir. Ûzûn, paşê bi heman çekê xwe jî kuşt. 
 
Danê sibehê berpirsê avahiyê gava korîdorên avahiyê paqij dikir, ferq kir ku deriyê daîreyê vekirî ne. Li ser vê gazî dike, lê gava kes bersivê nade dikeve hundirê avahiyê û li hundir rastî du cenazeyan tê. Piştî vê haya polîs û tenduristkaran pê tê xistin. Cenazeyên her du kesan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.