Li nexweşxaneya bajêr îdiaya 'destavêtinê'

  • jin
  • 09:02 22 Hezîran 2024
  • |
STENBOL - Derket holê ku Mehmet Almaç ê ku li Nexweşxaneya Bajêr a Prof. Dr. Suleyman Yalçin a Goztepeyê wekî berpirsê Navenda Xwînê, Klînîka Radyolojiyê, Laboratûvarê û Polîklînîka Patolojiyê hatiye wezîfedarkirin, dest avêtiye gelek jinan. Destdirêjî, bi qeydên dengan derket holê.
 
Li gor îdiayê, Sekreterê Tibî Mehmet Almaç ê ku Midûra Xizmetên Piştgirî û Qalîteyê Fatma Ozdogrû ew wekî berpirsê Navenda Xwînê, Klînîka Radyolojiyê, Laboratûvarê û Polîklînîka Patolojiyê ya Nexweşxaneya Bajêr a Porf. Dr.ç Suleyman Yalçin a Goztepe ya Stenbolê wezîfedar kiriye, li vir dest avêtiye gelek jinan. Qeydên dengan ên Almaçê ku mezûnê pêşlîsansê ye û tenê salekê karmendî kiriye û ji bo vê berprisiyariyê şert û mercên wî ne guncav in, derketin holê. 
 
Di qeydên deng de tê îdiakirin ku Almaç ji jinên karmend ên nû hatine tayinkirin û xwendekarên jin ên stajyer doza "bihevrebûneke zayendî" dike. Jinên behsa destdirêjiyê kirin, destnîşan dikin ku Almaç ewilî bi "dildariyê" nêzî xebatkarên tenduristiyê bûye. Di qeydên dengan de xebatkarek derpêş dike ku Almaç peyam jê re şandiye û wiha dibêje, "Ji min re dibêje, 'Qethiyen divê kes nizanibe', Min jî jê re got 'Çima tu ev qasî ditirsî.' Wî jî got, 'Tiştek bi min nabe. Wê cihê te biguherînin.'" 
 
Tê diyarkirin ku Midûra Xizmetên Piştgirî û Qalîteyê Fatma Ozdogrû hay ji vê sosretê heye, lê ser meseleyê girtiye. 
 
Her wiha guherandina stajyereke 17 salî ku Almaç dest dirêjî w kiriye û îdiayên ku di qeydên dengan de ku dibêjin Ozdpgrû Almaç diparêze, van îdiayan piştrast dikin. 
 
Sendîkaya Tenduristiyê ya Gençê (Genç Saglik-Sen) ji bo vê meseleyê, daxwaznameyeke ji rêveberiya nexweşxaneyê re nivîand. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku şert û mercên Almaç ên ji bo cihê lê hatiye wezîfedarkirin ne guncan in û Almaç bi peyaman û telefonê endamên wan ên jin taciz dike. 
 
Ji dêvla Serbijîşktiya nexweşxaneyê Midûra Piştgirî û Qalîteyê Fatma Ozdogrûyê bersiva daxwaznameyê da. Ozdogrûyê di bersiva xwe ya nivîskî de xwest delîl bên komkirin. 
 
Serbijîştiyê heya niha têkildarî îdiayan tiştek nekiriye, lê piştî giliyên li CÎMER'ê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr têkildarî mijarê lêpirsîn da destpêkirin. Lêpirsîn didome.
 
Hat hînkirin ku Almaç ji berpirsiyariya polîklînîkê hatiye girtin û heya salekê destûra wî hatiye dayîn. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû