DÎLOK - Meclîsa jinan a HDP’a Dîlokê, bi sedan jin re li navçeya Şahînbey meşiyan. Jinan bi tilîlî û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” kolanên Şahînbey hejandin.
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dîlokê bi hemû leza xwe berdewam dikin. Meclîsa Jinan a HDP’ê li Qada Balikli ya navçeya Şahînbey a Dîlokê stant vekir û li Kolana Gazîler a navçeya Şahînbeyê bi erbaneyan meşiyan. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, Parlamenterê Dîlokê Mahmmut Togrul, namzetên parlamenteriya HDP’ê, rêveber û endamên HDP’ê yên bajêr û navçeyê beşdarî meşê bûn.
HDP’iyan, piştî vekirina stantê li Kolana Gazîler dest bi meşê kirin. Jinan bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyana Azadî” û tilîliyan kolan hejandin. Jinên bi cil û bergên herêmî beşdarî meşê bûn, welatî û dikandar bi nîşaneyên serketinê HDP’î silava kirin. HDP’iyan belavokên bi kurdî û tirkî li welatiyan belav kirin.