AMED - Jinên kurd ên bi mijara “Jinên kurd pêvajoyê nîqaş dikin” li hev civiyan, wiha gotin: “Banga me ji hemû jinên ji şîn girtinê westiyayîn re; werin em hêza xwe bi yên din re mezin bikin.”
Jinên kurd, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Feleknas Uca, Gulten Kaya, Jina karker a Kurd Ferda Cemîloglu, nivîskar-rojnameger Nurcan Baysal, Endamê Lijneya Rêveber a Navenda Lîkolînê ya Civakî û Siyasî (SAMER) Yuksel Genç, hunermend Mîzgîn Tahîr û Aktîvîsta jinan Duysal Karataş li Amedê kom bû. Hevdîtin li Otela Demîr bi ser navê “Jinên kurd pêvajoyê nîqaş dikin” dest pêkir û dê jin di çarçoveya têkoşîna yekitiya neteweyî ya jinên kurd a li dijî tundiya li ser jinan û polîtîkayên komkujiyê nîqaş bikin. Jin bi kincên xwe yên herêmî ku beşdarî hevdîtinê bûn, pankarta “Em ji virin û em li virin” bi salonê ve kirin. Hevdîtin bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, metnên bangawaziyê yên bi kurdî û tirkî hatî nivîsandin Duysal Karataş xwendin.
Metna bangawaziyê wihaye:
“Em li hemû qadên cîhanê geriyan, me li hemû aliyên wê jiyan ava kir, em li kêleka hemû gel û aliyan sekinin, li ser vê axa kevnare li welatê xwe ji bo her gulekê, her mirovekê, her rengekê, her rondikekê, her kedekê, her hêrs, her sebir û her roja roj hiltê, mîna jinên kurd ên ava dikin û diparêzin, ji bo em berpirsiyartiya xwe ya pêşerok û dîroka xwe bicih bînin, me xwest em bên gel hev û mil bidin milê hev. Em dibêjin, em gotin û dilê xwe bikin yek.
EM HÊZA HEV MEZIN BIKIN
Qederek me ya wisan reş nehatiye nivîsandin! Em bi her yek parçeyên xwe ji bo esman bikin derence û em xwe qedera xwe bi wê spîtiyê binivîsîn. Banga me ji hemû jinên ji şîn girtinê re westiyayîn; werin em hêza xwe bi yên din re mezin bikin.
Di demên zor de werin em ji bo pêşeroja gelê xwe gotinên xwe bêjin. Kerem bikin; Em xwe, welatê xwe, rêya xwe, rêgeha xwe bi zekaya xwe afirîner biaxivin û asoyên nû ji xwe re vekin.”
Piştî xwendina metna bangawaziyê, sînevîsyona têkoşîna jinên kurd vedibêje hat nîşandan.
Dûre hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.