Ji bo berdana Can Atalay careke din serlêdan hate kirin

  • rojane
  • 11:52 25 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên Can Atalay ku AYM’ê derbarê wî de du caran biryara binpêkirinê da, ji bo ku were berdan careke din serlêdan kirin. 
 
Can Atalay ku ji Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) weke parlamenter hate hilbijartin û tevî 2 biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) nayê berdan. Parêzerên Atalay, Fîkret Îlkîz, Denîz Ozen û Akçay Taşçi ji bo ku muwekîlê wan were berdan careke din serî li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dan.