Keleha dîrokî veguherî sergoyê

  • rojane
  • 09:13 26 Kanûn 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Keleha Birca Belek a dîrokî ku bi salên domdirêj restorasyona wê nehat bidawîkirin, veguheriye sergoyê. 

Keleha Birca Belek a dîrokî ya li navçeya Cizîr a Şirnexê veguyeriye sergoyê. Midûriyeta Giştî ya Berhemên Çandî û Muzeyan a girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê di sala 2021’an de îhaleya restorekirina Keleha Birca Belek da Şîrketa Anonîm a Turîzm Înşaet û Bazirganiyê ya Zeydanli. Diviyabû ev restorasyon salek berê biqediya lê hêj jî didome. Di demeke ku restorasyon didome de derdora kelehê veguheriye sergoyê. Herêma peykerê şêr û li bin dîwarên kelehê gelek gilêş kom bûye. 
 
DÎROKEKE XWE 6 HEZAR SALAN 
 
Dîroka Birca Belek Beriya Zanînê (B.Z.) ji 4 salan dest pê dike. Qraltiyên Gutî, Med, Asur û Mîrtiya Botanê li vir hukmê xwe kirin. Di serdemên Osmanî û komarê de jî ev der heta demekî dirêj weke baregeha leşkerî hat bikaranîn. Di sala 2010’an de leşkeriyê ev der vala kir.