Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 11:20 26 Sibat 2024
  • |
img
EDENE - Li Kozanê di encama şewata li malakê derketiye de Zeynep Parlak û zarokên wê Sefa û Sezer Parlak jiyana xwe ji dest dan. Bav Mûstafa Parlak ê ji ber dûkêlê bandor bûye jî, rakirin nexweşxaneyê. 
 
Li maleke 2 katî ya li taxa Pekmezcî ya navçeya Kozana Edeneyê, îro serê sibehê, ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Welatiyên ku şewat dîtine, agahî dan tîmên tenduristî û agirkujiyê. Tîmên agirkujiyê yên çûne cihê bûyerê, şewat vemirandin. Tîmên piştre ketine di nava malê de, bav Mûstafa Parlak wek ji ser hemdê xwe çûyî dîtin. Dayik Zeynep û lawên wê Sefa û Sezer Parlak jiyana xwe ji dest dan. 
 
Mûstafa Parlak ê ji ber dûkêlê bandor bûye, piştî mudaxileya ewil a tîmên tenduristiyê, bi ambûlansê re rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyê dayik û lawên wê jî ji bo otopsi were kirin, rakirin morgê.