ROJEVA 17’Ê GULANA 2024

  • rojane
  • 09:00 17 Gulan 2024
  • |
img

* Dayikên Aştiyê yên Wanê, diyar kir ku heya agahiyê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigirin wê têkoşîna wan bidome û xwestin ku her kes xwedî li çalakiya wan derkeve. 

 
* Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak ragihand ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin wê careke din serî li Wezareta Dadê bidin û got: "Ji dêvla tecrîdê divê şert û mercên azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bên nîqaşkirin." 
 
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan piştî civîna MYK’ê ya partiya xwe dê têkildarî biryarên derbarê Doza Kobanê hatine dayîn de daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDΠ
 
* Têkildarî biryarên derbarê Doza Kobanê hatine dayîn de dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (13.00-20.00)
 
* Malbatên girtiyan dê li gelek bajaran bi daxwaza “Tecrîdê bi dawî bike” daxuyaniyê bide. (14.00)