Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan

  • rojane
  • 14:57 17 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeyên Sêwereg û Şemîzînanê 2 zarokan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Hate diyarkirin ku zarok di ava ku ji ber germê ketinê de xeniqî ne.
 
Li gundê Dardaxan ê girêdayî navçeya Sêwereg a Rihayê malbata ku ji zarokê xwe Abdûllah Bûgday ê 11 salî agahî negirt, rewş ji cendermeyê re ragihand. Di encama xebatên cendermeyê dane dest pê kirin de cilên Bûgday li kêleka gola avdanê hate dîtin. Di golê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin û di encama xebatan de cenazeyê zarokî hate dîtin. 
 
Cenazeyê Bûgday ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê. 
 
SEMSÛR 
 
Li gundê Bîrik yê navçeya Şemîzînan a Semsûrê Mûstafa Dag ê 14 salî ku hate diyarkirin ji ber germê ketiye qenala avê piştî demekê ji ber çavan winda bû. Bi îxbara malbata wî tîmên tenduristiyê û xelaskirinê sewqî herêmê hatin kirin. Zarokê ji aliyê welatiyan ve ji avê hate derxistin radestî tîmên tenduristiyê hate kirin. Mûstafa Dag ê bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Samsatê tevî mudaxileyê jî nehate xelaskirin. 
 
Cenazeyê zarokî ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Semsûrê.