Li Enqereyê qeza: 9 kes mirin, 26 kes birîndar bûn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Otobûsa rêwiyan li ser rêya Enqere-Eskîşehîrê qeza kir. Di qezayê de 9 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn. 
 
Otobûsa rêwiyan a bi plakaya 04 AAV 951 a aydê Agri Seç Turzîmê, dema ji li ser rêya Enqere-Eskîşehîrê ber bi îstîqameta Polatliyê ve diçû, saet serê sibehê di 05.00'ê de ji kontrolê derket û li derdora gundê Olukpinarê li pirê xist. Nehat zanîn bê ka otobûs çima ji kontrolê derket. Di qezayê de 9 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn. 
 
Gelek ambulans û komên agirkujiyê li cihê qezayê hatin sewqkirin. Xebatên ji bo derxistina birîndaran a ji otobûsê didomin û welatiyên hatin derxistin sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. Rêya Enqere-Eskîşehîrê ya ber bi îstîqameta Polatliyê ve ji hatin û çûnê re hate girtin. 
 
Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn têkildarî qezayê daxuyanî da û got ku 9 kes mirine, 26 kes birîndar bûne û li gorî lêkolîna wan a ewil, dibe ku ajokar bi xew çûbe lewma rê li ber qezayê vekiribe.