Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye

  • rojane
  • 16:18 10 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgira Sekterê Giştî yê Hizba Wifaqî Nîştimanî ya Iraqê Sara Eyad Elawî da zanîn ku sererastkirina Yasaya Kesî pêşniyarek ne raste, ji ber ku li dijî jinan û zarokên Iraqê ye.

 
Hêzên Şîe yên li Parlamentoya Iraqê guhertinek ji bo Yasaya Kesî pêşniyar kirine ku têde mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin ku ev jî zewaca zarokên 9 salî rewa dike. Hiqûqnas û çalakvan dibêjin, yasa mafên jin û zarokan binpê dike û dibe sedema parçebûn û zêdebûna tundiyê di civakê de.
 
Derbarê sererastkirina vê yasayê de Cîgira Sekterê Giştî yê Hizba Wifaqî Nîştimanî Sara Eyad Elawî ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye pêşniyarkirin, ne dadwerî ye û ne rewa ye. Elawî der barê sedemê vê yekê jî got: “Ji ber ku ev yasa li dijî jinan û zarokên Iraqê ye.”