Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket

  • rojane
  • 23:42 11 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di saetên êvarê de şewatek mezin li gundê Sokte û Surga yê li berpalê çiyayê Pîremegrûn derket û di encamê de beşek mezin ya puş û jîngeha herêmê şewitî.

Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsê di saet 18:00’an de li nêzîkî gundê Sokte û Surga yên li berpalê çiyayê Pîremegrûn ê dikeve sînorê Silêmaniyê, şewatek mezin derket.

Hate diyarkirin ku heta niha agir nehatiye kontrolkirin û beşek mezin agir pê ketiye ku gelek puş û jîngeha herêmê şewitiye.