Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin

  • rojane
  • 08:48 21 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Meclisa Leşkerî yên Minbicê nehiş Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê têkevin Minbicê. Di pevçûnê de çeteyek hate kuştin û gelek jî birîndar bûn. 
 
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê xwestin têkevin gundewarê Minbicê. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê rê nedan ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bikevin gundê Mehsenlî yê bakurê kantona Minbicê.
 
Çeteyan vê sibê saet di 5:30`an de hewl dan derbasî gundê Mehsenlî bibin. Hemwextî wê 3 dron gund bombebaran kirin. Lê tenê zirarên madî çêbûn.
 
Şervan baldar bûn û nehiştin çete derbasî gund bibin. Di encamê de şer derket, çeteyek hate kuştin û gelek çeteyên din birîndar bûn.”