MYK ya DEM Partiyê civiya

  • rojane
  • 11:11 21 Tebax 2024
  • |
img
ENQERE - MYK ya DEM Partiyê di serî de Tifaqa Demokrasiyê ji bo geşedanên girîng ên di rojevê de binirxîne civiya. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan de civiya. Di rojeva MYK’ê ya li navenda giştî ya partiyê kom bû de Can Atalay ê tevî biryara Dadgeha Destûra Bilind (AYM) nayê berdan û parlamenteriya wî hate betalkirin, êrişên AKP’iyan ên li Meclisê û gelek mijarên din hene.