Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin

  • rojane
  • 16:23 28 Tebax 2024
  • |
img

BEDLÎS - Pênc ferdên malbata Gezîcî yên ku piştî operasyona leşkerî ya li Hîzanê hatibûn girtin û ji wan re cezayê muebeda girankirî dihat xwestin, hatin berdan. 

Li devera di navbera navçeyên Hîzanê û Tetwanê yên Bedlîsê de 2’ê tîrmehê û 28’ê mijdara 2023’yan de operasyona leşkerî hatibû lidarxistin û di qedexeya derketina derve de ku hatibû ragihandin ji malbata Gezîcî 5 kes hatibûn girtin. Danişîna duyemîn a doza ferdên malbatê ku 2 jê berdayî û 5 kes girtîbûn hat lidarxistin. 
 
Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê dihat lidarxistin û ferdên malbatê bi îdiayên wek “endamtiya rêxistinê”, “xerakirina yekitî û tevpariya dewletê” û “kuştina bi qestî ya sêwirandî dane kirin” tên darizandin. Di danişîna ewil de 2 kes hatibûn berdan. 
 
Di danişîna duyemîn a îro de 5 ferdên malbatê yên girtî anîn danişînê û parêzer di danişînê de amade bûn. Îdianame hat xwendin. 
 
BEYANÊN XWE BI PAŞ VE KIŞANDIN 
 
Her pênc ferdên malbatê îfadeyên xwe yên li dozgeriyê dubare kirin û xwestin bên berdan. 
 
Du îtîrafkarên ku anîbûn danişînê jî beyanên xwe yên li ser her pênc girtiyan bi paş ve kişandin. 
 
Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û diyar kirin ku beyanên şahidan binakokî ne û bi paş ve girtine û di vê çarçoveyê de xwestin miwekîlên wan bên berdan û beraetkirin. 
 
BIRYARA TEHLIYEYÊ 
 
Piştî parastinan şandeya dadgehê navber da danişînê. Piştî navberê dadgehê biryara xwe eşkere kir û der barê her pênc kesan de biryara berdanê da. Danişînek din taloqî 27’ê îlonê hat kirin.