Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin

  • rojane
  • 10:31 14 Îlon 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Tevî Serokê IYI Partiyê yê Şirnexê Mehmet Yilmaz Îlçî, 41 partiyî ji partiya xwe îstîfa kirin. 
 
Li Şirnexê tevî serokê IYI Partiyê Mehmet Yilmaz Îlçî 41 kes ji partiya xwe ji îstîfa kirin. Îlçî yê ev 2 sal in peywira xwe ya serokatiya Şirnexê pêk tîne, bi ser hesaba xwe ya medya sanal îstîfaya xwe ragihand. Îlçî diyar kir ku li gel wî 41 partiyiyan îstîfa kirine.