Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir

  • rojane
  • 11:58 15 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di duyemîn salvegera berxwedana “Jin, jiyan, azadiyê” de li bajarên rojhilatê Kurdistanê dikan nehatin vekirin. 

Li ser bangawaziya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Tevgera Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û gelek partiyên siyasî û rêxistinan, bi boneya 2’yemîn salvegera berxwedana “Jin, jiyan, azadiyê” li bajarên rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir. Li tevahiya bajarên Rojhilat dikandaran dikanên xwe venekirin.