Li Antalyayê karkerek mir

  • rojane
  • 17:26 15 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ahmet Çekener ê li Antalyayê ji qata şeşan a înşeatê de ket xwarê, jiyana xwe ji dest da. 
 
Li taxa Aksu Altintaş a Antalyayê karkerê bi navê Ahmet Çekener (22) ku ji qata şeşan a îskeleya înşeatê de ket xwarê, jiyana xwe ji dest da. Karkerên hevalên wî agahî dan tîmên 112’an. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û polîsan hatin cihê bûyerê  û tenduristvanan diyar kir ku Çekener jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cenazeyê Çekener ji bo karûbarên otopsiye rakirin Saziya Tiba Edlî.