Li gorî anketa Sarosê DEM Partiyê dengê xwe zêde kiriye

  • rojane
  • 13:26 19 Îlon 2024
  • |
img
ENQERE - Li gorî anketa pêşhilbijartinê ya şîrketa Lêkolînê ya Sarosê, DEM Partiyê dengên xwe zêde kirine û bûye partiya sêyemîn. 
 
Şîrketa Lêkolînê ya Sarosê encamên anketa xwe ya pêşhilbijartinê bi raya giştî re parve kir. Li gorî anketê CHP, DEM Partî û YRP dengên xwe zêde kirine. Her wiha Partiya Îyiyê jî gelek deng winda kirine. 
 
Anket, di navbera 4-11’ê îlonê de hatiye kirin û pirs ji 3 hezar û 126 kesan hatine kirin. Li gorî bersivan, rêjeya dengên partiyan wiha ye: 
 
* CHP: Ji sedî 34,1 (14’ê gulana 2023’yan: Ji sedî 25,33)
 
* AKP: Ji sedî 30,3 (14’ê gulana 2023’yan: Ji sedî 35,61) 
 
* DEM Partî: Ji sedî 9,4 (14’ê gulana 2023’yan: Ji sedî 8,82) 
 
* MHP: Ji sedî 8,7 (14’ê gulana 2023’yan: Ji sedî 10,07)
 
* Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 4,9  (14’ê gulana 2023’yan: Ji sedî 2,81) 
 
* Partiya Îyî: Ji sedî 3,8 (14’ê gulana 2023’yan: Jni sedî 9,68) 
 
* Partiya Zaferê: Ji sedî 2,6 (14’ê gulana 2023’yan: Ji sedî 2,23)
 
* TÎP: Ji sedî 2,4 (14’ê gulana 2023’yan: Ji sedî 1,73)
 
* Ên din: Ji sedî 3,8
 
Partiyên Saadet, DEVA û Pêşerojê neketin lîsteyê.