Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê

  • rojane
  • 09:23 15 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo Herêma Serhedê hişyariya barîna berfê û şilopeyê kir. 

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora rewşa hewayî ya roja 15’ê Çileyê eşkere kir. Li gorî raporê dê li bajarên bakurê Kurdistanê yên Sêwas, Erzirom û Meletiyê şilope û berf bibare.
 
Di heman demê de hate gotin ku başûrê rojavayê Herêma Serhedê û derdora Mereşê dê barîn hebin. 
 
MGM’ê ji ber xetereya aşûtan, xelkê li rojhilatê Sûriyeyê yên li deverên bilin dijîn hişyar kir.  Di heman demê de meteorolojiyê li dijî qerisînê erdê û mijê jî ajokar û xelkê herêmê hişyar kir.