Di êrîşa kîmyewî de keça xwe winda kir: Êş bi aştiyeke mayînde derbas dibin

  • rojane
  • 09:01 3 Hezîran 2025
  • |

MÛŞ – Mûslîme Boz a ku keça wê ya endama YJA Starê di êrîşa bi çeka kîmyewî de jiyana xwe ji dest da û di heman demê de keçeke wê jî dîl hatiye girtin wiha got: "Em êşên giran ku me kişandine ancax bi aştiyeke mayînde derbas bikin.”

Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir, pêvajoyeke nû hat destpêkirin. PKK'ê li hemberî vê bangê Kongreya xwe ya 12’emîn lidar xist û biryar da ku dawî li xebatên xwe bîne. Banga Ocalan û biryara PKK'ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê gelekî girîng e û civak jî destekê dide vê pêvajoyê. Di nava kesên piştgiriyê didin pêvajoyê de malbatên ku di pevçûnan de zarokên xwe winda kirine jî hene.
 
Malbata yek ji 17 endamên HPG/YJA Star ê di sala 2022'an de di êrîşa bi çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da Yekta Buşra Boz jî  li benda çareseriyeke mayînde û aştiyê ye.
 
Malbata Yekta Buşra Boz ê li gundê Melekent ê girêdayî navçeya Kop a Mûşê dijî. Malbat yek ji wan kesan e ku ji polîtîkayên zextê yên ji salên 1990'î re rûbirû maye. Keça wan Yekta Buşra Boz di sala 2013'an de tevlî PKK'ê bû û di sala 2022'an de di encama êrîşa bi çeka kîmyewî de jiyana xwe ji dest da. Xwişka wê Necmiye Boz jî di sala 2016'an de bi îdîaya 'endamtiya rêxistina terorê' hat girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Necmiye Boz hê jî li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê girtin.
 
‘DEWLETÊ HÊJ GAV NEAVÊT’
 
Dayik Muslîme Boz diyar kir ku naskirina wan a bi têkoşîna azadiya Kurd ji salên 1980’î destpê dike û wiha axivî: "Piştî ku pismamê min Bayram Selvî tevlî PKK'ê bû, li Kopê tevlêbûnên refên PKK'ê destpê kir. Piştre, Abdullah Selvî û keça xwişka min Bêrîtan Axîn tevlî nava refên têkoşînê bûn. Bêrîtan Axîn li Rojava jiyana xwe ji dest da." Mûslîme Boz ragihand ku ji malbata wan 3 kesan di nav refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dan de wan tenê karîbûn xwe bigihînin cenazeyê Bêrîtan Axîn.
 
Mûslîme Boz da zanîn ku keça wê di êrîşa bi çeka kîmyewî de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Bikaranîna çeka kîmyewî sûc e. Lê belê, bi dilê xwe yê birîndar em axaftina aştî, azadî û biratiyê didomînin. Di vê noqteyê de banga ku Rêber Apo kiriye bangeke pîroz e. Banga biratî û aştiyê ye. Hemû pêngav ji aliyê gelê Kurd ve hatiye avêtin, lê hînê ji aliyê dewletê ve ti gav nehatiye avêtin. Hê jî li girtîgehê girtiyên nexweş hene û mirov li sirgûnê ne."
 
‘BÊYÎ OCALAN AŞTÎ PÊK NAYÊ’
 
Muslîme Boz bal kişand ser girîngiya aştiyeke mayînde û wiha got: “Bombe barandin, gundên me şewitandin. Ev jî  têrê nekir hewl dan bi qetlîamên kujer nediyar me tune bikin. Herî dawî çekên kîmyewî bi kar anîn. Me her carê got bêyî birêz Ocalan aştî pêk nayê. Em vê gotina xwe hê jî dûbare dikin. Bêyî birêz Ocalan aştî pêk nayê. Em êşên giran ku me kişandine ancax bi aştiyeke mayînde derbas bikin.”
 
Mûslîme Bozê got ku divê daxwazên Kurdan pêk bên û wiha berdewam kir: "Çawa ku PKK'ê gavek avêt, pêwîste dewlet jî niha gavê bavêje. Eger gavek neyê avêtin, em nikarin ji samîmiyeta vê pêvajoyê bawer bikin. Ji ber ku hê jî rojnamevan, ciwan û jin tên girtin. Em niha li benda gavek ji dewletê ne. Em dixwazin statuyek ji Kurdan re bê dayîn. Berî ku dereng bibe em dixwazin aştiyê bibînin. Avakirina aştî, biratî û azadiyê ji Îmraliyê destpê dike."
 
MA / Ruken Polat - Ozlem Yacan