Li dijî 'qanûna qetlîamê' li ber xwe didin: Bila vekişin

  • rojane
  • 09:01 3 Hezîran 2025
  • |
img

ÎZMÎR - Endamê Parêzvanên Mafên Jiyanê Mansûr Karaca diyar kir ku piştî 'qanûna komkujiyê' ya ku kuştina heywanên li kolanan pêşiya wê vedike bûyerên şîdetê zêde bûne û wiha got: "Divê qanûna komkujiyê bê rakirin û ji ber şîdeta li hemberî heywanan cezayên giran li wan bê birîn.”

Têkoşîna parêzvanên mafê jiyanê ya li dijî qanûna ku jê re 'Qanûna Komkujiyê' dibêjin, ku kuştina heywanên kolanan pêşiya wê vedike, dewam dike. Serlêdana ku parêzvanên mafê jiyanê ya ji bo betalkirina qanûna ku li meclisê bi dengên AKP û MHP'ê hatibû qebûlkirin, ji aliyê parêzvanên mafê jiyanê ve li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatibû kirin, hate redkirin. Parêzvanên ku têkoşîna xwe ya ji bo paşvekişandina qanûnê didomînin, li Stenbol, Eskîbûr û Îzmîrê jî çalakiya greva birçîbûnê ya 6 rojan pêk anîn. Piştî greve welatiyan diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.
 
HEDEF TÊN NÎŞANDAN
 
 
Endamê Parêzvanên Mafên Jiyanê Mansûr Karaca li dijî qetilkirina heywanan 3 rojan ket greva birçîbûnê û wiha got: “Dibêjin ku dê heywanan li kolanan razînin. Lê tu caran  derman bi kar naynin. Ji bo vê dê pere xerc nekin. Bi xeniqandin û bi bivir ve serê heywanan xistin û wisa qetil kirin. Heta qanûnê paşve nekişînin dê pêkanînîn bi vî rengî bidomin. CHP jî tevlî vê polîtîkayê bû. Saziyên ku di qetilkirina heywanan de cih digirin alîkariyê werdigirin. Kesên ku ji aliyê van saziyan ve hedef tên nişandan jî tên qetilkirin. Xaltîka Necla li gel 2 zarokên xwe şewitî û jiyana xwe ji dest dan. Em rastî bûyerên bi vî rengî tên û dê bûyerên wiha bidomin.”
 
DAXWAZÊN WAN 
 
Karaca ku qala greva birçîbûnê ya li dijî qanûna komkujiyê jî kir û wiha got: "Ev greva birçîbûnê bûye îfadeya herî bi bandor a vîna me. Grevên birçîbûnê ne tenê li Îzmîrê her wiha li Stenbol, Eskişehîr û Enqereyê jî pêk hatin. Niha jî xwendekarên Zanîngeha Stenbolê û Zanîngeha Hacettepeyê grev dewr girtin. Daxwazên me zelal in. Divê ev qanûn tavilê bê vekişandin. Divê rewşa nexweşxaneyê ji stargehên kampa mirinê re bê dayîn. Divê ji gundan ber bi bajêr ve kampanyayeke xesandinê bê destpêkirin. Divê demildest berhevkirina heywanan bê rawestandin. Stargeh divê her roj 24 saetan ji lêkolîna giştî re vekirî bin. Divê personelekî beyterî û teknîkî yê 24/7 bê dabînkirin. Divê hilberîn û firotina hemû heywanên dikarin weke heywanan bên kirîn û firotin, bê qedexekirin. Ji bo şîdeta li hemberî heywanan em daxwaza ceza dikin."