SÊRT – Serokê Baroya Sêrtê Mûhammed Alptekîn diyar kir ku bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku mafê hêviyê dide cezayê muebbetê yê giran, berpirsyariyeke exlaqî û hiqûqî ya desthilatdariya siyasî û dadgeriyê ye.
Pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK'ê Kongreya xwe ya 12'emîn pêk anî û biryara bêçekbûyîn û fesîxkirinê da, ket qonaxeke nû. Hikûmetê bi daxuyaniyên xwe bendewariyek di nava civakê de afirandibe jî, hînê der barê pêvajoyê de ti gav neavêtiye. Di nava gavên destpêkê yên divê werin avêtin de, pêkanînên li girtîgehan tên jiyîn, rewşa girtiyên nexweş û rêziknameyên li ser girtîbûna heta bi hetayê hebûn.
Daxwaza rêziknameya qanûnî ya der barê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de, ku binpêkirina 'mafê hêviyê' yê der barê 'cezayê muebbetê yê giran' ê li hemberî Abdullah Ocalan hat dîtin, di nava daxwazên divê bicih werin anîn de cih digire. Serokê Baroya Sêrtê Mûhammed Alptekîn diyar kir ku ji bo pêkanîna vî mafî ti astengî li pêşiya danîna rêziknameya qanûnî nîne û destnîşan kir ku divê hikûmet di vê mijarê de gavan bavêje
BINPÊKIRINA RÊGEZA WEKHEVIYÊ
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bal kişand ser rîskên ku ji saziyên mîna Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) an jî Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li ser berjewendiyên dewletan ên li ser mafên mirovan tevdigerin û got, "Ev rewş baweriya bi bêalîbûna hiqûqê xera dike û mafên mirovan dixe nava keyfîtiyê. Bi taybetî, negirtina bendewariyên kesane di mafên rasterast ên têkildarî jiyanê de, wekî mafê hêviyê, dibe sedema nediyariyê û prensîba wekheviyê binpê dike. Şîroveyên taybet ên li ser navê berjewendiyên dewletê tên kirin, dikarin rê li ber amûrkirina hiqûqê û tolgirtina siyasî veke."
Alptekîn diyar kir ku parêzvanên mafên mirovan divê bicihanîna biryarên neteweyî û navneteweyî bişopînin û ji raya giştî re ragihînin û wiha got: "Divê bi dozên stratejîk biryarên emsal biafirînin, ji bo afirandina zexta siyasî torên hevgirtina navneteweyî xurt bikin û daxwaza dadgeriya serbixwe ya li ser bingeha dewleta hiqûqê her tim di rojevê de bihêlin."
Alptekîn da zanîn ku serlêdana takekesî ya mafê hêviyê bi rîsk e û wiha got: "Serlêdanên takekesî wekheviyê û qedexeya cihêkariyê binpê dikin. nediyariya hiqûqî û nelirêtiyê diafirînin. Ew tespîta ku dewlet bi refleksa tolhildanê tevdigere xurt dikin. Bi taybetî jî di mijara pirsgirêka Kurd de cot standartên ku bi salan e dewam kirine ji nû ve hildiberînin û zemînê ji pevçûnê re vedihewînin Eger bi awayekî wekhev, bê şert û merc û bi berfirehî were sepandin, ew ewlehîyê pêk tîne. Lê belê, heke tenê ji bo hin kesan hatibe sepandin dema ku kesên din li derve dihêlin, ev yek bi awayekî berevajiyê wê neewletiyê çêdike. Ewlekariyeke rasteqîn ancax bi dadgeriyeke serbixwe û feraseteke ne cihêkar a hiqûqê dikare pêk were."
'DIVÊ HIKÛMET BERPIRSYARIYÊ BIGIRE'
Alptekîn anî ziman ku ji bo hikûmet berpirsyariyê werbigire û wiha axivî: "Berpirsyariyên hikûmetê ev in: Bicihanîna biryarên DMME yê bêyî derengmayîn û cihêkariyê, dûrmayîna navbera helwestên siyasî û biryarên dadgeriyê, dîtina mafê hêviyê weke parçeyek ji aştiya civakî û pêvajoya demokratîkbûyînê, bi taybetî jî ji bo ku baweriya civakî ji nû ve ava bikin bi tevgerîna li ser esasê wekheviyê. Mafê hêviyê ne tenê bendewariya serbestberdana şexsekî di girtîgehê de ye, di heman demê de mafekî bingehîn e ku baweriya civakê ya bi edalet û wekheviyê diparêze. Sepandina vî mafî li gorî mercên takekesî yan jî berjewendiyên dewletê, ne tenê mafê hêviyê yê mehkûman, di heman demê de mafê civakê yê tevahiya siberojê ji holê radike. Ji ber vê yekê, bicihanîna vî maqûlî hem ji bo desthilatdariya siyasî hem jî ji bo dadgeriyê berpirsyariyeke exlaqî, hiqûqî û dîrokî ye."
MA / Fethî Balaman