Navên Durre Kaya û Muhsîn Melîk dê li Curnê Reş bên parastin

  • rojane
  • 12:39 3 Hezîran 2025
  • |
img

RIHA - Navên yek ji jinên destpêkê yên endamên tevgera siyasî ya Kurd Durre Kaya û siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk ê di sala 1994'an de di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû wê li Curnê Reş bên parastin.

Meclisa Şaredariya Curnê Reş a ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ve tê birêvebirin, ji bo meha Hezîranê civîna xwe ya asayî duh pêk anî. Di civînê de biryar hat dayîn ku navên Durre Kaya ku yek ji 3 jinên ku di sala 1979'an de li Curnê Reş di dema hilbijartinên şaredariyê de ji bo meclisa şaredariyê hatin hilbijartin û siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk ê ku di 2'ê Hezîrana 1994'an de li Riha di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin bên parastin. Navê Dûrre Kaya li Navenda Piştgiriya Jinê ya li taxa Yenî Mahalle, navê Mûhsîn Melîk jî li baxçeyê çayê yê şaredariyê yê li taxa Baglarê hat dayîn. Pêşniyarên endamên meclisa partiyê yên DEM Partiyê, tevî dijderketina endamên meclisê yên AKP'î jî bi piraniya dengan di meclisa şaredariyê de derbas bûn.
 
DURRE KAYA KÎ YE? 
 
Di hilbijartinên herêmî yên sala 1977'an de li Curnê Reş Mehmet Veysî Bayuk ji lîsteya AP'ê bû şaredar. Piştî nerazîbûnên Tevgera Azadiyê û berxwedana 6 mehan a li dijî eşîra Suleymanlar Bayuk îstifa kir. Piştî ku biryara hilbijartina pêşwext hat dayîn, di 6'ê Gulana 1979'an de hilbijartin hat kirin. Nadîr Temel ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve ji malbateke xizan namzet hat nîşandan, piraniya dengan bi dest xist û bû şaredar.
 
Di encama vê hilbijartina de li Kurdistanê  yekemcar endamên jin ji bo meclisa şaredariyê hatin hilbijartin. Saadet Yavuz, Emîne Haciyusufoglu û Durre Kaya li gel Temel di şaredariyê de xebitîn. Yekemîn pergala hevserokatiyê li vir ket meriyetê. Di destpêka sala 1980'î de Temel û hemû endamên meclisê ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeymeqamê navçeyê Taykan Ataman weke qeyûm hat tayînkirin. Durre Kaya di sala 2011'an de li Curnê Reş jiyana xwe ji dest da.
 
MÛHSÎN MELÎK KÎ YE? 
 
Yek ji damezrînerên Partiya Kedê ya Gel (HEP) Mûhsîn Melîk, li Rihayê Serokatiya Partiya Demokrasiyê (DEP) kir û li navenda navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) weke rêveber cih girt. Di damezrîna Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Rihayê (ZMO) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Rihayê de jî bi rengekî çalak cih girt. Di dawiya salên 1980'î de Melîk weke endamê Meclîsa Giştî ya Bajarê Riha ya SHP'ê de hat hilbijartin, lê piştî derxistina 7 parlamenteran ji lîsteya SHP'ê ji partiyê derket û bû yek ji damezrînerên Partiya Kedê ya Gel (HEP). Di tifaqa navbera SHP û HEP'ê ya di sala 1991'ê de hat avakirin de Melîk li Rihayê bû namzet, lê bi 114 dengan hilbijartin winda kir. Dema ji bo girtina Partiya Demokratîk (DEP) ket rojevê, bû yek ji damezrînerên Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP). Di 2'ê Hezîrana 1994' an de dema ji bo biçe kar serê sibehê ji malê derket rastî êrîşa hêzên tarî hat û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.