Serokê Baroya Amedê: Em hewl didin pêvajo pêşve biçe

  • rojane
  • 09:00 21 Hezîran 2025
  • |
AMED - Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Gûleç têkildarî hevdîtinên li Enqereyê diyar kir ku ew armanc dikin di dema pêş de bi hewldanên cuda piştgiriyê bidin pêvajoyê.
 
Serokê 16 baroyên Kurdistanê di çarçoveya pêvajoya berdewam a çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna welat de di 17-18 'ê Hezîranê de li Enqereyê çûn serdana partiyên siyasî. Serokên baroyan, ji bo çareseriyên ku maf û azadiyan vedihewîne pêşniyara ji 17 xalî pêşkêş kirin
 
 HEVDÎTINA BI KÛRTÛLMÛŞ RE
 
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Gûleç ku bi nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku li Enqereyê têkildarî serketina pêvajoyê nîqaşên wan hene û wiha got: "Di hevdîtinan de me diyar kir ku rêxistinên civakî yên sivîl ji serketina pêvajoyê re amade ne, baro dixwazin tevkariyê li vê pêvajoyê bikin û heman tevkarî ji partiyên siyasî jî tê hêvîkirin."
 
Guleç hevdîtina ku bi Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş re kirine wiha got: "Me diyar kir ku divê parlamento di vê pêvajoyê de bi awayekî aktîf bibe û baroyên herêmî û civakê ji Parlamentoyê bendewariyên cidî hene. Nûman Kûrtûlmûş têkildarî pêvajoyê nirxandina xwe pêşkêş kir. destnîşan kir ku divê ji bo pêvajoyê nêzîkatiyeke li ser bingeha mafan bê kirin destnîşan kir ku xebatên têkildarî Destûra Bingehîn gelekî girîng in. Kûrtûlmûş got, 'Weke barovan van xebatan dimeşînin. Em jî ji wan sûdê werdigirin' Heta gotineke wekî, 'Eger pêwîst bike li Meclisê komxebateke destûra bingehîn pêk bînin, em dikarin vê amade bikin'. Em bi hêvî û bendewariyekê derketin ku ev pêvajo rê li ber xalên erênî veke."
 
Guleç da zanîn ku Kûrtûlmûş ragihandiye ku hemû organên dewletê, yekîneyên ewlekariyê û partiyên siyasî parçeyek ji vê pêvajoyê ne û got, "Aştiya civakî û aramiya civakî wê teqez pêk were û ji pêvajoyên din ên çareseriyê jî rêyeke cuda tê girtin. Qala rolên Birêz Bahçelî, Birêz Ocalan û Birêz Erdogan kir. Got ku divê karê ku em dikin bidome. Piştî hevdîtina bi Birêz Nûman re, em bi bîr û bawerîya xwe derketin ku ev pêvajo dê ber bi Cotmeh-Mijdar-Kanûnê ve ber bi aştiyeke erênî ve biçe."
 
NÊZÎKATIYA ÎYÎ PARTIYÊ
 
Guleç, li ser hevdîtina bi Partiya ÎYÎ re ku bi dijberiya xwe ya li pêvajoyê tê zanîn jî wiha got: "Derbarê pêvajoyê de rexneyên Îyi Partiyê hene. Lê belê wan em gelekî nazik pêşwazî kirin û guhdarî kirin. (Serokê Îyî Partî Mûsavat Dervîşoglû) Qala Tirkiye û dînamîkên Rojhilata Navîn kir. Êrîşên li ser Îranê wek êrîşên hêzên mêtingeh pênase kir û bi vî rengî dewamkirina pêvajoyê rexne kir. Min jî got, 'Dibe ku perspektîfa me ya li ser pirsgirêka Kurd ji perspektîfa partiya we cuda be; em ji vê pirsgirêkê re dibêjin pirsgirêka Kurd. Her wiha me pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kir belge û me xwest pêşniyarên baroya xwe pêşkêşî wan bikin. Wî jî got ku dê belgeya ku ji aliyê Baroyan hatiye amadekirin ku ji 17 xalan pêk tê dê mêze bike û teqez bersivekê bide wan.  Got ger ez bêm herêmê, ez jî dixwazim we ziyaret bikim."
 
ROLA MECLISÊ
 
Guleç diyar kir ku wan bi heyetên partiyên siyasî re parve kirine ku divê meclis di pêvajoya çareseriyê de pêşengiyê bike û wiha got: "Me di warê mafê mirovan de tiştên pêwîst anîn ziman. Me behsa berfirehkirina maf û azadiyên bingehîn kir. Me diyar kir ku divê astengiyên li pêş perwerdeya Kurdî bên rakirin. Her wiha me têkildarî kesên di girtîgehê de ji ber qanûna înfaza ceza daxwaza reformê jî anî ziman. Me diyar kir ku îpoteka li ser vîna gel a bi pêkanînên qeyûm hatiye ferzkirin demokrasiyê qels dike û divê bê rakirin. Me hewl da daxwazên xwe, ji mafê civîn û xwepêşandanê heta azadiya raman û îfadeyê û mafê siyasetê bi berfirehî bînin ziman.
 
Guleç anî ziman ku di muzakereyan de hêviyan wan bi cih hatine û got, "Hemû partiyên siyasî bal kişandin ser vî tiştî ku ev nîqaş û ev xebat pir hêja ne. Der barê çareseriyê de feraset an jî daxuyaniyeke neyînî yan jî dijminane tunebû. Em rastî tabloyekê hatin ku em li bendê bûn an jî hêvî dikirin. Me piştre bi hemû serokên baroyan ra yek bi yek sohbet kir. Nêrîna hevpar a me hemûyan a ji van nîqaşan ew e ku pêvajoya çareseriyê wê bi rastî jî rast bi pêş bikeve. Di mehên pêş de wê di vî warî de pêşketinên şênbertir rû bidin. Di warê daxwazên me de reformên girtîgehan, destûra bingehîn a nû an jî rêziknameyên derbarê maf û azadiyên bingehîn de cih digirin. Bendewarî heye ku xebatên di vî warî de bên kirin."
 
Guleç destnîşan kir ku di rojên pêş de têkildarî pêvajoyê xebatan baroyan dê bidomin.
 
MA / Rukiye Payîz Adiguzel