Komexebata ‘Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî’

  • rojane
  • 11:48 21 Hezîran 2025
  • |
img

AMED -  Komeleya Piştgirî Çand û Perwerdehî Ya Şêx Seîd, li navçeya Sûrê ya Amedê bi boneya salvegera bîranîna Şêx Seîd komexebata bi navê ‘Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî’ li dar dixe. 

Komeleya Piştgirî Çand û Perwerdehî Ya Şêx Seîd, li navçeya Sûrê ya Amedê bi boneya salvegera bîranîna Şêx Seîd komexebata bi navê ‘Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî’ li dar dixe. Di sedsaliya darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de bi pêşengiya Komeleya Piştgirî Çand û Perwerdehî Ya Şêx Seîd de li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê komxebatek hat lidarxistin.
 
 Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Rêxistina DEM Partiya ya Amedê Gulşen Ozer, parlementerên DEM Partiyê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn endamên gelek sazî û rêxistinên sivîl tevî komxebatên bûn. 
 
'ŞÊX SEÎD LI DIJÎ BIŞAFTINÊ SERÎ HILDA’
 
Serokê Komeleya Şêx Seîd, Kasim Firat axaftina destpêkê kir. Kasîm Fîrat xêrhatîna hemû mêvanan kîr û got: “Sed salê bere bî pêşengtîya Şêx Seîd de serhîldanê dest pê kir. Şêx Seîd û hevalên wî însanên zana bûn. Wan li dijî înkar, bişaftin û zilmê serî hilda. Li serhedê li Amedê li gelek deveran civîn pêkanîn. Armanca wan ewbû ku gel hişyar û bi rêxistin bikin û pişt re li hikumeta Enqereyê doza mafê gele Kurd bikin. Lê mixabin di 13yê Sibata 1924an de di encama provokasyonekê de çend heb leşker tên kuştin û berî ku xwe rêxistin bikin serhildan dest pê dike.”
 
DI PÊVAOYA NÛ DE KURD
 
 Kasim Firat da zanîn ku îro pêvajoyeke muhîm li welêt dest pê kiriye û got: “Pêwîst e ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike. Herkes piştgiriyê bide vê pêvajoyê.”
 
 Komxebatê piştî axaftina Kasim Firat ji çapemeniyê re girtî dewam kir.