Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da

  • ciwan
  • 10:01 24 Gulan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Penaberê Kurd Behzad Mahmudî yê ji ber biryara darvekirinê ji Îranê îlticayî Hewlêrê kiribû, ji ber polîtîkayên PDK'ê yên li dijî penaberan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî agir berdabû bedana xwe, jiyana xwe ji dest da.

 
Ciwanê Kurd Behzad Mahmudî (25) yê ji ber biryara darvekirinê ji Îranê îltîcayî bajarê Hewlêr ê Herêma Federe ya Kurdistanê kiribû, di 18'ê Gulanê de, ji ber polîtîkayên PDK'ê yên li dijî penaberan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a bajêr agir berdabû bedana xwe, duh bi şev jiyana xwe ji dest da. 
 
Du ciwanên penaber ên xelkê Rojhilatê Kurdistanê yên çûbûn ber deriyê Ofîsa NY'ê, xwestibûn ku bi rayedarên ofîsê re hevdîtin bikin û rewşa xwe ji wan re vebêjin, lê rayedarên ofîsê guh nedabûn vê daxwaza ciwanan.
 
Yek ji ciwanan Behzad Mehmudî li ser vê yekê, li ber deriyê ofîsê agir berdabû bedena xwe û bi giranî birîndar bibû. Behzad Mehmudî tenê ji aliyê hevalê xwe û rojnamegerekê ve hatibû vemirandin, tevî agir berda xwe jî ti rayedarek ofîsê bi hewara wî ve nehatibûn. Ciwan Mehmudî 20 deqeyan li ber ofîsê li benda alîkarî û ambûlansê mabû. Piştî 20 deqeyan, cardin hevalê Mehmudî û hinek rojnamegeran ew rakiribûn nexweşxaneyê.
 
Mehmudî piştî 6 rojan li nexweşxaneyê hat derkirin, duh bi şev têkoşîna xwe ya jiyanê winda kir û jiyana xwe ji dest da.