NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîd û pergala êşkenceyê meşek girseyî li dar xistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Efrîn û Şehbayê ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, meşeke girseyî li dar xistin.
Ciwanên kantona Efrîn û Şehbayê beşdarî meşê bûn. Meş ji xaçerêya bajarokê Ehdas ê Şehbayê destpê kir û ber bi gundê Til Qirah ve bi rê dom kir.
Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Abdîn Mihemed pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî banga li ciwanan kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin.
Mihemed di dawiya axaftina xwe de bi ser şopandina fikrên Abdullah Ocalan û rizgarkirina Efrînê soza domandina têkoşînê da.