‘Em ciwanên Kurdistanê vedixwînin berxwedanê’

  • ciwan
  • 12:03 4 Mijdar 2024
  • |
img
ENQERE - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li dijî tayînkirina qeyûman ev bangawaziye kir: “Em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî xespkirina vînê dengê xwe bilind bikin û tev li berxwedanê bibin.”  
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî tayînkirina qeyûman, li ser hesaba xwe ya platforma medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo xwedîderketina li îradeya xwe em li pêşiya şaredariyan e. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî vê xespê dengê xwe bilind bikin û vedixwînin berxwedanê. Dê qeyûmên dizek biçin. Dê hîmê bingehîn ê berxwedanê ciwan qeyûman bişînin. Aqilê dewletê yê qeyûm li bajarên Kurdistanê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê kirî dê li hemberî xwe berxwedana gelê kurd û dostên wan bibîne. Em bang li tevahiya gelê xwe û ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Her der Wan e, her der berxwedan.”