ÎZMÎR - Welatiyên Îzmîrê bertek nîşanî krîza aborî dan û gotin ku ew bi halekî perîşan dikevin sala nû.
Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên îktîdarê her ku diçe girantir dibe. Ji ber rewşa aboriyê, hêza kirînê ya gel roj bi roj kêmtir dibe. Di demeke ku mûçeyê kêmtirîn 11 hezar û 402 lîre de bihayê kirêyan 15 hezar û fatûreyên av, ceyran, gaza xwezayî û hwd. zehmetiyeke mezin dide welatiyan. Welatiyên îzmîrî dibêjin ku tu hêviyên wan ên ji bo başbûna rewşa aboriyê nemane.
‘EV 20 SALIN NEKARÎN SERERAST BIKIN’
Welatiyê bi navê Kemal Baştîmur diyar kir ku bi halekî perîşan dikevin sala nû ev tişt anî ziman: “Ez teqawid im û neçar hatime hiştin ku bi mûçeyeke mîna pêkenokê hewl bidim debara xwe bikim. Rewşa aboriya welêt xerab û pêşeroja zarokên me jî tarî ye. Rewşa welêt qet baş nîne. Dibêjin; ‘em ê di sala 2024’an de baş bikin.’ Lê ev 20 sal in nekarîn tiştekî bikin. Ma dê di 2024’ê de sererast bikin? Rewşa welêt ketiye ber çava ye. Mûçeyê teqawidan 7 hezar û 500 lîre û heqê kirêyan 15 hezar lîre ye. Tu îktîdar nikarin ewqas henekên xwe bi civakê bikin.”
Bi domdarî Baştîmur got ku gel tê bikaranîn û tune tê hesibandin û wiha pê de çû: “Me bi kar tînin û niha jî radibin qala hilbijartinên şaredariyan dikin. Çi ji min ji hilbijartinan, pêdiviya min bi pariyê nan heye. Bila vê bidin min. Nabêjim bila mûçeyê min zêde bikin. Dixwazin bila hezar lîre be lê bila nan jî bi 50 qirûşan be. Dibêjin pereyê xelkê heye. Ez bavê çend zarokan im lê di berîka min de 20 lîre tune ne. Ez dahatûya zarokên xwe difikirim. Xwedê me ji van mirovan biparêze.”
ABORÎ TUNE KIRIN
Ji welatiyan Ozlem Dumanoglû jî got ku hêz kirînê ya gel ketiye û wiha pê de çû: “Yên dixebitin jî heqê keda xwe wernagirin. Em jin di qada kar de tên paşguhkirin û cihêkarî tê kirin. Tevî vê yekê jî em hewl didin xwe li ser pêyan bigirin. Lê ne bawerim aborî komî ser hev bibe. Ji ber ku ên dewlemend pir dewlemend û yên xizan jî hîn bêhtir xizan dibin.”
Mehmet Paksoy jî rewşa aboriyê weke “kambax” pênase kir û wiha got: “Ji bo sererastkirina rewşa aboriyê tu hêviyên min nemane. Êdî rojên berê nemane. Aborî tune kirin. Yên ku dibihîzin mûçeyê kêmtirîn dê bê zêdekirin, bihayê her tiştî zêde dikin. Dema mûçeyê kêmtirîn tê zêdekirin ev dîsa zem dikin. Tiştekî li cihekî bi deh lîreyan, li cihekî din 15 lîreyan e. Heta ku ev pirsgirêk hebe dê li vî welatî tu tiştek neguhere.”
EV 80 SAL IN MIN NAKOKIYEKE WIHA NEDÎTIYE
Yurdanûr Bîlgîn jî got ku ew 83 salî ye û heta vî emrê xwe tu carî nakokiyeke wiha di aboriyê de nedîtiye û ev tişt anî ziman: “Ji bo civakê hêviyên min nînin. Li vî welatî divê mirov nêrîna siyasî bide aliyekî û hilberînê bike. Aborî li gorî siyasetê nabe. Miletê me xistine vê rewşê. Ji bo aboriyeke jinûve şert û merc zehmet in.”
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Guven Taş jî diyar kir ku ji ber polîtîkayên xelet ên aboriyê bi enflasyonê re sala 2023’yan ji bo wan zehmet derbas bû û axaftina xwe wiha qedand: “Di nava van şert û mercên aboriyê de xelk nikare pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Em nikarin li gel malbatên xwe biçin restourantekê û xwarinekê bixwin. Ji ber seryamedar vê yekê ji bo me weke tiştekî luks dibînin. Heke li welatekî 40 milyon kes bi mûçeyê kêmtirîn bijîn û kirê bi 14 hezar lîre be, ev tê wê wateyê ku ji me re dibêjin ‘hûn nejîn.’”
MA / Delal Akyuz