STENBOL – Akademîsyen û siyasetmedar Nesrîn Nas, bal kişand ser rewşa krîza aborî û diyar kir ku êdî rewşa mirovan a hilberîn û afirandinê nemaye. Nas, da zanîn ku ji ber krîza aborî mirov ne dikarin hilberînin û ne jî dikarin serf bikin û bacê bidin.
Li Tirkiyeyê betalî sal bi sal zêde dibe. Kêlî bi kêlî hêjmara betalan zêde dibe. Li gorî raporan bi milyonan welatî betal in. Li gorî qeyda rapora ÎŞKUR'ê ya 2018'an, di serdema AKP'ê de, hêjmara kesên betal 3 milyon û 509 hezar û 603 kes zêde bûne û ji sedî 497 zêde bûye. Li gorî daneyên ne fermî 8 milyon mirov betal in. Di sala 2003'an de dema nû AKP hat îktîdarê li Tirkiyeyê 587 hezar û 479 karkerên betal hebûn û di serdema AKP'ê de hêjmara karkerên betal ên qeydkirî ji sedî 497 zede bûye. Ji sedî 82 karkerên betal jin û ciwan in. Hêjmara karkerên jin û ciwan ên betal di serdema AKP'ê (2003-2018) de ji sedî 896 zêde bûye. Ji her 7 deqîqeyan carekê hêjmara karkerekî betal zêde dibe. Ji sedî 70’ê yê gel di bin deynan de ye. Serokomar dê 113 hezar TL meaş bistîne. Serokomar di 44 saliya xwe de teqawît bû. Dema çareseriyê lêçûna ewlehiyê 46 milyar TL bû. Niha 160 milyar tl ye.
Ekonomist Nesrin Nas, der barê rewşa aborî û krîza Tirkiyeyê de nirxandin kir û wiha got: "Yek ji sedema kriza aborî deynê Tirkiyeyê yê derve ye. Deynê derve her ku diçe zêde dibe. Deynê Tirkiye bi giştî 447 milyar dolar e. Deyn bi zelalî 268 milyar dolar e. Piştî hilbijartina rêveberiyên herêmî dihat payîn ku model bê guhertin, lê dijberî vê yekê modela berê berdewam kirin. Banka Navendî wekî alikar bi rêbazên awarte xistin meriyetê. Tirkiye niha li hundir dikeve bin deynan. Di navbera salên 2018 û 2019’an de em bifikirin ku deynê sektoren taybet ji 222 milyar Dolarî daxistin 196 milyar Dolarî. Dîsa rêjeya krediya bankayan ji sedî 130'î daxin ji sedî 107'an. Bankayên cemaweriyê ku ev bar dan ser milê xwe dê heta kengî dikaribin vî barî rakin. Ne diyar e. Êdî şîrket û banka nikarin vî barî rakin û nikarin ji vihê xwe tev bigerin. Her ku diçe deynê hundir ê Tirkiye zêde dibe. "
Nas, da zanîn ku ji bo projeyên bi Îdareya Taybet a Cemaweriyê (KOÎ) 4.5 milyar dolar û sektorên taybet ji bo deynê derve 4.5 milyar dolar erka garantiyê daye û wiha axivî: "Li hemberî vê yekê tê texmînkirin ku ji 700 milyar TL stoka deynê hundir ê xazîneyê 300 milyarî di 2020’an de bidin. Ji ber her dişt zem dibe bace jî zêde dibe. Hem ji ber pirsgirêkên navxweyî û hem jî ji ber operasyonên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tirkiye her diçe bi tenê dimîne. Daxuyaniya IMF’ê ya ‘Di asta kurevî de dê 700 milyar dolar kêm bibe. 19 trilyon dolar dê deynê sektorên taybet di dema wê de nede an jî dê kêm bide.' Ev nîşan dide ku xezîne dê têkeve bin deynan. Dê ji sedî 40'i deynê xwe taloqî 2020'an bike. Îktîdar ne di ferqa krîza aborî de ye. Kriz hemû bingeha amûrên hilberînê hildiweşîne û pêş dikeve. Di sala 2002'an de deynê welatiyên malbatî yê bankayan 6.5 milyar dolar bû, niha 550 milyar dolar e. Ji ber ve yekê rewşa mirovan a hilberîn û serfkirinê nemaye. Mirov de dikarin êdî hilberînê bikin û ne jî dikarin sefr bikin. Operasyona Sûriye dê barekî giran ê maddî û manevî dîne ser pişta Tirkiyeyê. Fatoreya Tirkiyeyê ya peşerojê dê giran be.
MA / Lezgîn Tekay