STENBOL – Karkerên înşaatê ku 7 meh in heqê wan nayê dayîn, 11 roj in li Bakirkoyê li ber ofîsa navendî ya Koma Şîrketan a Gentesê li ber xwe didin. Karkeran, got: "Em zanibin em ê li derve jî bimînin, lê heta em meaşê xwe wernegirin em ê neçin malê."
53 karkerên înşeatê yên 6 meha di bin banê Koma Şîrketan a Gentesê de li şantiyeya Wezareta Turîzmê ya Cezayîrê xebitîn, piştî kar qediya ji wan re hat gotin ku "em ê meaşê we yê 3 mehan li Tirkiyeyê bidin we" û wan şandin Tirkiyeyê. Lê belê 7 meh derbas bûne hîn jî meaşê wan nehatiye dayîn. Li ser vê karker çûn navenda şîrketê ya li Bakirkoya Stenbolê, lê belê dîsa meaşê wan nehat dayîn. Li ser vê karkeran li ber navenda şîrketê dest bi çalakiyê kir û 11 roj in li ber xwe didin.
‘BI ALÎKARIYA MALBATA XWE DEBARA XWE DIKIM'
Karker Îsmaîl Ceyhan, anî ziman ku li Cezayîrê di şert û mercên giran de xebitîne û got: "Em ji bo nanê xwe çûn Cezayîrê. Em 6 mehan xebitîn. Carê çend qurîş dixistin hesabê me û bi vî awayî em eware dikirin. Paşê ji me re gotin, em ê perê mayî li Tirkiyeyê bidin we. 7 meh in li Tirkiyeyê me, lê hîn jî tiştek nedane me."
Ceyhan, diyar kir ku mala wî li Bûrsayê ye û niha bi alîkariya malbata xwe debara xwe dike û got: "Derûniya min nebaş e, em hatin xapandin. Loma em dest bi karekî nû jî nakin."
‘HETA EM HEQÊ XWE NESTÎNIN EM NAÇIN'
Ceyhan, da zanîn ku hin hevalên wan serî li dadgehê daye, lê belê rayedarên fîrmayê xwe nedane ber lihevkirinê û got: "Dibêjin perê me tuneye. Heger bixwazin dikarin niha perê me bidin me, lê naxwazin. Berf be jî, baran be jî heta em perê xw enegirin em ê neçin."
Ceyhan, destnîşan kir ku ji ber rewşa aborî hin hevalên wan nikarin werin vira.
‘KES DENGÊ ME NABIHÎSE'
Karker Arîf Zengîn jî, ji Wanê hatiye. Zengîn, anî ziman ku wî pere ji hevalên xwe deyn kiriye û hatiye Stenbolê û got: "Ne kes dengê me dibihîse, ne jî bi me re eleqedar dibe." Zengîn, heta ji destê wan bê ew ê li ber xwe bidin.
‘BI ZORÊ BE JÎ EM Ê BISTÎNIN'
Zengîn, anî ziman ku ji roja dest bi çalakiyê kirine geh li cem hin xizmên xwe geh li cem hevalên xwe geh jî li înşaatan dimîne û got: "Ji bo ji hevalên xwe re nebim bar simîtan dikirim û li derve dixwim. Bi perên wan tên vira. Ma ez ê tim biçim cem xizmên xwe? Zanibim ez ê li derve bimînim jî lê heta heqê xwe nestînim ez naçim." Her wiha Zenîngîn, ji bo şîrketê jî got: "Ew çi qas xurt bin jî em ji wan xurtir in. Tanqên me tune ne, lê dilê me heye. Bi zorê be jî em ê perê xwe ji wan bistînin."
‘NIKARIM HEQÊ KIRÊYA XWE BIDIM'
Emrûllah Kahraman jî anî ziman ku ji Kayseriyê hatiye û 8 hezar û 700 dolarê wî li şîrketê ye. Kahraman, got: "Niha nikarim heqê kirêya xwe, heqê fatûreyên xwe bidim. 3 zarokên min dixwînin, niakrim heqê mesrefên wan bidim. Tu derameteke me tuneye. Em bi kartên krediyê alvêrê dikin, lê em nikarin heqê wan jî bidin. Şîrketê soz dame û me jî bawer kir û kart ji bankeyan wergirtin, lê em nikarin bidin."
Kahraman, anî ziman ku li CÎMER'ê geriyaye, lê belê kesî bersiv nedaye û got: "Ez ji heq û hiqûqa li Tirkiyeyê bawer nakim. Dadgehê herî kêm 6 mehan taloq dike. Wê di vî 6 mehî de malbatên me çi bixwin? Zarokên patronan li wesayîtên 200 hezar dolarî siwar dibin, lê yê me heqê otobêsê jî di bêrîka wan de tuneye."
MA / Tolga Guney – Lezgîn Tekay